|
Çîrokên
Receb Dildar ‘Şikefta Xwekuştinê’ Derket Şikefta Xwekuştinê |
||
|
05.04.2008,
xelkedondurma.com |
||
|
|
||
|
Ji sibê heta êvarê li ber derî rûdinişt çavên xwe dikuta ser herdu mezelan û di nav wê êşê de avjenî dikir |
||
|
|
||
|
|
||
|
Şikefta
Xweşkuştinê Receb
Dildar Çirok ISBN:
9789944382360 12x19,5,
136 rûpel 10 YTL |
Receb
Dildar ku bêhtir bi şi’rên xwe dihate naskirin, vê carê bi kitêbek
çîrokan derdikeve pêşberî xwendevanên kurdî: ‘Şikefta
Xwekuştinê’. Kitêba ku ji 20 çîrokan pêk tê, bi zimanekî
sade û şahîk hatiye nivîsandin. Di çîrokan de temayên jiyana
rojane a salên dawî ku li bajaran derbas dibin, bi gelek sûretên xwe
hatine hûnandin. Ji
çîroka ‘Şaxên Şikestî’ Besa ku dîrega piştê
lê hatibû şikestin, bi xebera Elî re dest û mil jî pê re neman.
Hêviya ku di quncikeke dilê wê de xwe bi cîh kiribû, firiyabû çûbû.
Hêviyên ku wê bi jiyanê ve girêdidan ji kokê ve hatibûn qurmiçandin.
Ji xwarin û vexwarinê ket, bi rojan xwe li cîhekî ji bîr dikir,
hinekan bi destê wê digirt berê wê didan malê, bêyî ku dengê wê
biçe kesê carna stranek li ser zimanê xwe dilefand bi saetan dubare
dikir. Besê neçû ser mezelê Elî jî, êşa di dil de dişuxulî
hêdî hêdî xwe bera ser mejû da, ew zeft kir. Ji sibê heta êvarê li
ber derî rûdinişt çavên xwe dikuta ser herdu mezelan û di nav wê
êşê de avjenî dikir, yekcarna hevokek ji ser lêvên wê diweşiya:
- “Kurrên Şikriyê kor, we ez şewitandim, ez ê jî we bişewitînim. Ez ê tu carî neyêm ser mezelên we,” û wisa jî dikir. Tu carî neçû ser mezelên wan. Di van rojên dawîn de Besê bela xwe di daran dida, diçû ber darekê disekinî û bi hêrs bi ser de diqêriya: - “Herdu şaxên min şikestin, ez ê jî şaxên te bişkînim,” û kîja şaxa xweşik hebûya digirt dişikand, paşê diçû li ber dareke din disekinî. |
|
|
RECEB
DILDAR Di sala 1958an de li Amedê hatiye dinyê. Xwendegehên pêşîn û navîn li Amedê ya mamostatiyê li bajarê Kırşehirê xwendiye. Ji ber xebatên siyasî qasî çar salan di Girtîgeha Amedê de mayê. Xebatên xwe li ser zimanê Kurmancî dike û di vî warî de, di gelek kovar û malperên Kurdî de gotarên wî weşiyane. Şi‘rên wî bi navê “Kewê Canê” hatine çapkirinê. Romanek Seyit Alp bi navê “Dewran” wergerandiye Kurdî û hatiye çapkirinê. Di pêşbaziya çîrokên zarokan a Şaredariya Sûrê de bi çîroka bi navê “Şîno” xelata yekê girtiye. Dîsa di pêşbaziya kovara Nûbiharê de çîroka wî ya bi navê “Veger” xelata yekê girtiye. Zewicandî û bavê çar zarokan e. |
||
|
Avesta Yayınları Meşritiyet
cd. No: 136 Özbek iş hanı kat 2 Beyoğlu |
||