|
Helbestvanê navdar Şîlan ”Ez bi xeyalan re dijîm” |
|||
|
04.05.2008,
xelkedondurma.com |
|||
|
|
|||
| Pêwîst
e hêz û dezgehên me kurdan, zimanê tirkî, erebî û farisî bikarnehênin.
Ji rojeva xwe derxînin. Li kurdî vegerin. Rêyekî din tune ye. Helwêstek
û biryarek kurdewarî pêwîst e… |
|||
|
|
|||
|
Gabar Çiyan |
|||
|
|
|
|
Xîzan Şîlan kî ye Di
1955 an de li gundê Incova bi ser Cihanbeyliyê ve hatiye dinyê. Qeza
Cihanbeyli li Anatoliya Navîn e. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û
lîseyê li Konyayê dixwîne. Di wan sala de dest bi nivîsîna helbestan
dike, di berde jî bi xebatên muzîkê dadikeve. Di
1978 an de derdikeve derveyî welêt. Li Almanyayê 6 salan dimîne. Nivîsîna
helbestan li wir jî domand. Di şev û şahiyên kurdan de stiran
digot. Zimanê malê kurdî bû, lê cara pêşî kurdî nivîsîn li
derveyî welêt dest pê dike. Paşê vedigere welêt. Di sala 1987 an de tê Swêdê û li Stockholmê bi cî dibe. Sê pirtûkên wî yê helbestan hatine belavkirin: Xem û Xeyal, Acıların sokağı, Nameyek ji rinda min re… |
|
- Muzîk û
helbestvanî. Çima herdu bi hev re? X. Şîlan:
Li cem min, di cîhana min de herdu tunebin, valahiyek mezin pêk tê.
Herdu bi hev re bersiva hîsên min didin. Herdu hevalê hev in. Ez bi wan
heme. Hebûn û bilindbûna çand û edebiyata kurdî jî ji gelek aliyan
ve deyindarê wan e. Lewma herdu bi hev re ne… - Tu ji kurdên Anatolia navîn
e. Dîroka barkirin, anjî sirgonkirina bavpîrên we ji Kurdistanê têra
xwe kevnare ye. Di
mala we de, di gundê we de, zimanê rojane bi tirkî ye, an na? X. Şîlan:
Kurdên Anatolia navîn hejmara xwe bilind in. Gundên
me pir in. Cihên me, nêzî peytexta Tirkiyê ye. Lê radio, tv, pirtûkên
tirkî, siyaseta rojane bi tirkî, mina duhî îro jî nikare zimanê tirkî
bi me şêrîn bike. Li gundên me, di malên me de tenê bi kurdî tê
axaftin. Jibo tirkî sînorek xwezayî hatiye danîn. Tirkî jibo bazarê,
karên fermî û hwd e. Zimanê me yê male tenê kurdî ye. - Helbestên te di gelek
malper, kovar û rojnameyan de bi kurdî belav dibin. Du pirtûkên te yê
helbestan bi kurdî derketine. Niha jî yek din amade dibe. Çima evîndariya
kurdî li cem we, li nik te xurt e? X. Şîlan:
Endamên malbata me tev hunermend in. Zimanê malê kurdî ye. Hejmarek
sal in, ez, ji nêz ve berhemên kurdî raçav dikim, dixwînim. Li muzîka
klasîk û ya modern guhdarî dikim. Dema ez kurdî ji awira firehbûn û
bilindbûna xwezayî, biwêjan, evîndarî û lehengiyê didim ber zimanê
tirkî, swêdî û yê almanî, hezkirina min, girêdana min bi zimanê
kurdî xurtir dibe. Zimanê kurdî ye ku, me, kurdên Anatoliya navîn li ser nigan hiştiye.
Hîsên netewî xurtir kiriye. Zimanê me, sedema hebûna me ye. Em/ez mecburê vî zimanî ne! - Em çawa dikarin hezkirin û
bikaranîna zimanên tirkî, erebî û farisî di nava kurdan de kêm
bikin? X. Şîlan:
Neyarên me, li dijî zimanê kurdî, tevayê hêza xwe bikar dihênin. Bi
qanûnan û hwd. rê li ber kurdî digirin. Ne dijwar e ku mirov wan fêm
bike. Lê, ez nikarim me kurdan fêm bikim, ku beşek ji organên me bi
tirkî, erebî, farisî ne. Ji bo pêşxistina zimanê wan, em, bi
israr in, bi eks in. Zimanê kurdî weke pirsgirêka herî dawî dibînin.
Ez diçim Kurdistanê û têm. Hayê min ji welêt heye. Îro li gelek bajar û
gundên Kurdistanê hezkirin û bikaranîna zimanê kurdî kêm dibe. Belê dewletên dagirker sucdar in. Lê,
gelo, gunehê me jî tune ye!? Em ê çi demê şaşîtiya xwe bibînin,
bipejirînin û gunehkariya xwe bidin ber mêzênê. Pêwîst
e hêz û dezgehên me kurdan, zimanê tirkî, erebî û farisî bikarnehênin.
Ji rojeva xwe derxînin. Li kurdî vegerin. Rêyekî din tune ye. Helwêstek
û biryarek kurdewarî pêwîst e… - Xeyal û evîndarî di
helbestên te de pir xurt in. Çima evîndarî û xeyal? X. Şîlan:
Evîndarî wateya jiyanê ye. Evîndariya li hemberî kulîlkan, çiyayên
bilind, gol û çeman û jînê û hwd li nik me kurdan bi hîsên bilind
barkirî ne. Em tev ketî û hêsîrên xeyalên xwe ne, evîna xwe ne. Bi
xeyalên xwe re dijîn. Ji bo pêkanîna wan dixebitin, hebûna wan me
zindî dihêle. Evîn û xeyal, xwîn û goştê mirovî ne. Bê wan wana jiyan bê
wate ye, bê tam e. Ez nikarim bê evîndarî û xeyalan, dest bi rojê
bikim. Ez bi wan re dijîm, bi wan re şiyar dibim, bi wan re radizim û di
xewnên xwe de jî ew bi min re ne… - Ji kerema xwe re ji
xwendevanên me re, qala berhema xwe ya nû bike… X. Şîlan:
”Pêjnên laşê mirî” nasnameya helbestvaniya min e. Hinek ji
wan helbestan nêvcî bûn. Bi salan rawestiyan û bi sebrê kamilbûn.
Gelek caran nivê şevê radibûm, bi saetan bi yekî ji wan dadiketim.
Ez bûm wênekêş û rengên wan bi pênûs û firçeya di destê min
de xweşiktir dibûn. Hejmarek mezin ji wan têra xwe bilind bûne,
amade bûne ku derkevin pêşberî evîndarên xwe. Ez bawer im hetanî
dawiya salê ez ê karîbim xebata xwe ya nû bidim ber çapê. Di helbestên min yên nû de, evîndarî, hesret, kul û keser hene. Û
xeyalên min, bi felsefê û
pirs û bersivên ji jiyana min, barkirî ne. Kesên wan bixwînin dê min
bibînin, û cîhana min nas bikin. ¨
...
"Xem û xeyal" di nava weşanên Medya de di 1996 an de, "Nemeyek ji rinda min re" di sala 2005 an de di nava weşanên APEC ê de derketibûn.
Werin min, |
|||