|
Kelkela Hestên Cemidî |
|
|
Helbest: Xizan Şîlan |
|
|
|
|
|
|
|
|
ez li
derûniya jiyana kambax laşê
ber devê dilşadiya
kurm û kêzika me li
valahiya asîman bersiva
pirsên nependî yê
gerdûna nava xwe me li
tenetiya şevistanên bizdonek hesretkêşê
li nav koçberiyê me giyanê
min li
taristana şevê di
tirs û jana xwe de diperpite di
kelkela tîrêjên tava rojê de diqefilim li
ber seqema zivistana xopan ji
german diqewirim xêrnexwezan li
şefaqên welatê rojê beybûna
qûntarên çiyayên min çilmisandin awaza
bilbilê baxê dil di
darbesta jiyana zindî de fetisandin di
xewn û xeyala pêşerojê de movikên
pişta bedenê min şikadin her
şev ferişteya
xewnên tarûmar li
ber pencereya koşka dilê min destmala
silava mirinê dihejîne ez
di bin çirpandina baskên mirina
bêwext de piyala
şahiya bi yarê re dadigrim
û vedixwim bi
saya neynokên giyanê xwe di
koka êş û xeman de ken
û şadiyê dikolim ji
nav striyên hişkebeyaran kulîlkên
bihara qurmiçî berhev
dikim di
bin lêdana kamçiya zaliman de porê
serê îxanetê dirûçikînim kirasê
azadî û serkeftinê li
bejna hêviyên cemidî dixemilînim êşa
kul û birîna bîranînan bi
neqişa keskesora aso radipêçim di
xwîna rehên laşê xwe de konê
vejîna çirûskên azadiyê vedigirim min tovê
bêçaretiya deman di
hembêza çerxa felekê de çand tofana
serdemên genî li
qolinca derwêşê sebirê sîwar
kir hêlîna
hestên penaber li
bandeva dîroka efsaneyan ava
kir û
bi kilîta henasa helbesta xwe deriyê
zîndanên rûtirş vekir
Wêne:Farah Anderson |
|
|
|