|
li
kevîye firatim
li nav bajarên kevn
kamişên bêdengin
bayî ezmanê
û agirên xwedê an
ez kirim ser rê
ezî li bin awrên sipî li keleke tarixê runiştime
li ser masê min bîra bi kef
nokerên ji zordarîyê re stuyê xwe xerdikine
sîduri yê tê û terê
porî bi ser xwe da berdayê
û bayê biharê yî ketiyê
nav fîstanî bi heft renge
ê ji me re sifrê dadigirê
her rojê wek xelate kê yê
çand xwedên rîya xwe li mezopotamya winda kirin
çand tac şerpeze bûn
xema kê
|