Bihar Hat

 Helbest: Kemal Harımcı 

 

Bihar hat

Herder kesk û şîne

Dengê bulbûlan

Xweva sibê tirevîne

Herd xwe nûva dike

Mizgîna bereketê tîne

 

Bihar hat

Hevî dîsa xurt bûn

Mar û mişk moz û mûri

Serê xwe ji qulan der te xin

Dema nêçîreye

Ev jî kêf didin

 

Bihar hat

Gul û nêrgîz sumbûl û lale

Xemilandin çol û çîya

Gung û zozan

Wek bûka  kurdan

 

Bihar hat

Gundîyan ji bîrkirin rojên zivistanê

Yên dirêj û sar

Dema xebateye

Bi bêl û tewr

Bi hevî û sebr

Xwe berdan nav  kar