Jý
kurka ra çerokek
Kundirk
Xwudanê
sebrê, bûye Mîrê Misirê
Herem:
Xelkedondurma
Berhevkar:
Uskê Cîmîk
Ji
devê Zewka Heçko
11.04.2005
Çi
hebû çi tunebû, li zemanekî bere, li paþ malan hevte-hevta kûçikan,
zire-zira keran, hîre-hîra hespan, vîçe-vîça çûçika, qîrçe-qîrça
araba, qîje-qîja jina, firîskîya þivanan, vîze-vîza meþan
hebûn û di vî qerqeþe de pîrkek hebû û jê kurkan re va çeroka
digot:
Li
gundekî merek û jinek hebûye. Zarokên van tûne bûne û her ro,
jinkê li ber Xude geriyaye û gotiye: Xude, Xude, dergûþekê bide
min, ma ev kundirkek bibe.
Sal
derbas bûne. Berf û baran barîne. Li zivistaneke jinik bi ducana
bûye, li havîne jî dergûþek anîye rû dine û de tu were ev
dergûþa jî Kundirkek bûye û pêlçikên wê jî zer bûne.
Her
þev, ji kundirke keçkekê por zer derketiye. Dê û bavê wê her
þev bi keçika xwe lîstine. Kundirke ji van ra gotîye: Yek, qet
kesî ra qala min mekin. Dudu, her ku ro derket, min se cara avdin
ku ma qalikî min zîya nebe. Sise, ke ez xwastim xere min bidin wî
û ma ew her ro min se care av de. Çar, ji heft sala þunda, ezê
ji qalikî xwe derkevim û ma ev qalikî min biþewtîne.’
Kundirk
mezin bûye. Roke Kundirk, xwe tûlit kiriye, li ber dîya xwe
dastiye û ji wê re gotiye: Dîya min ê delalê, ezê hîro ji te
re li ser arxe (çem) kinca biþum.
Dîya
wê gotiye: Na kundirka min a delal, tu nizanî kinca biþuyî. Tu
kundirkekê.
Kundirke
gotiye: Tu ji min re kerê me amedake, tere biavê ser kere, hêleke
tere kinca û teþte
û hêla din jî min têkê.
Dayîka
wê ker amede kiriye. Ter avêtiye ser kere. Hêleke tere kinc û teþt
kiriye û hêla din jî kundirk kiriye.
Ker
çûye ser arxe. Germ e, havîn e, her derek ji germe bux girtiye.
Kundirke mezkiriye ku, li dora arxe kes tûnebûye. Kundirk ji tere
derketîye. Wê xwe dayîye ber ro, qalike li ser we hîþk bûye û
bûye çar alîya, her çar alî ji hevdû veqetîyana, yek çû
rohelat, yek çû roava, yek çû bakûr, yek çû baþûr.
Di nav wan keçkekê pir rind û por zer derketiye. Her der bi rindî
ya wê biriqîye. Kundirke, qalikên xwe bi lez berhev kiriye û ew
kirine nav ave ku me hîþk nebin.
Wê
ar dadeye, biroþ
dayîye ser êr, av kiriye biroþe.
Hetak av germ bûye, wê kinc li ava sar xistiye. Paþe wê kinc yek
bi yek kirine legane û bi ava germ, bi saûne sustîye û him jî
bi toqêç ew kût kirine. Paþe wê kince þuþtî avêtiye ser çere
ku ma ev le ber ro zîya bibin.
Heta
ku kinc zîya bibin, wê serê xwe di arxe de þuþtîye
û pore xwe þekirîye.
De
tu were, hinek porê wê bi rû ave ve çûye.
Kundirke
kinc zîya kirine, ev bi teþte
ve kirine hêleke
tere. Paþe xwe kiriye nav qalikên kundir, her çar aliye kundir, mîna
bere bûye yek parçe û ev jî ketîye hêla dine tere.
Ji
çend ro þunda, ji gundekî din, lawike mîr bi çend hevalên xwe
va çûne awe(neçîr). Ro
çûye ava. Van xwastine ku hespên xwe li ser çem avdin û paþe
herin mal. Van
hatine ser arxe. Lawike mîr mezkiriye ku di nav ave de tiþtekî mîna
zerekî dibiriqe. Ew
nêzîkî we dibe. Wî
ew ji nav ave derxistiye. Meskiriye ku ew telek pore. Pore kundirke.
Wî bi xwe bi xwe gotîye: “xwudanê vî pore ecep kîye? Qe na ew
jî mina wî porê dibiriqe. Ezê xudanê vî porê binîm“
Paþe,
wî por kiriye nav destmaleke û bi hevalên xwe va çûne mal.
Seda
(sibe) bûye. Lawike mîr, xulamên xwe re gotiye: Herin, li gundên
dora arxe bigerin ka van ronan kî hatîye ser çem, ke kinc þuþtine,
ke serê xwe þuþtiye, ji min re xebereke binîn. Vê
xeber men cem min.
Xulam
ketine re. Van,
li gundên e li dora arxe gerîyana. Hatina
gundê kundirke. Van, ji jineke pirs kirine: Pîre, van ronan qe kesî
li wî erxe kinç þuþtin?
Pîre
ji van re got: Çend ro berve, di ber malê min re kerek derbas bû.
Di terê kere de, hêleke teþt û kinç têda bûn û hêla din jî
tiþtekî qolit têde hebû lê min nedî ku çi di vir daye.’
Xûlaman
bi merekekî ji wê pirs kirine: Xûdanî kere kîye? Mala
van li kû ye?’
Pîre
mala kindirke ji van re nimandîye û ev çûne malê kundirke.
Xulam
hatine mala kundirke, ji dayîka kunderke pirs kirine: Me bîhîst kû,
van ronan ji mala we hena li ser arxe kinç þuþtine.
Dayîka
kundirke got: raste, keçka min li ser arxe kinç þuþtin lê ew ji
Xude kundirkeke, ew ne mîrovekî mîna me ye.
Xulamên
lawike mîr, qet esa xwe nekirine, xatire xwe ji dayîka kundirke
xwastine û ketine re.
Xulam
hatine cem lawike mîr û gotin: Wan ronan qet kes neçûye ser arxe.
Lê jinekê pîr ji me re got: “Yeke li ser arxe kinç þuþtiye.
Em jî çûn mala wê. Dayîka wê ji me re got; “raste, keçka
min li ser arxe kinç þuþtin, lê ew ji Xude kundirkeke, ew ne mîrovekî
mîna me ye.”
Lawike
mîr bi van gotinan bawer kir û bi xwe bi xwe got: “xudanî vî
porê ew e. Di wê kundirke de sirek heye, lê ez nizanim çi ye?
Lawike
mîr çûye ba dê û bavê xwe, ew porê mîna zerekî dibiriqe bi
van nimandîye û gotîye: Ez xudanî vî porî nasnekim lê dile
min ketîye xudanî vî porî. Qe na ew jî mîna vî porê dibiriqe.
Herin
ji min re bixwazin. Lê ew keçka kundirkeke, ne mîrovekî mîna
meye.
Dê
û bavê wî bi gotinên wî þaþ mane, çav li van bûne heyþt. Van
li çavên hevdu meskirine
û
gotine: Lawi min Lawê min î delal, te xwe þaþ kiriye, ew çi þore
ku em ji te re kundirkekî bixwazin, Li vê dune tu keçik nemane ku
tu ji me tiþtekî weng dixwazî.
Van
kir, lawik kir, dê û bavê wî bêçare çûne malê kundirke.
Van
li mala kundirke runiþtine. Çay û qehve vexwarine. Þor tîr
kirine. Bavê lawikê mîr ji van re gotîye: Em bo xwazginîye
hatin cem we. Em
keçka we ji lawikê me re dixwazin. Keçka we di çi halî da ye em
dizanin, ew kundirkeke. Dilê me xûsgînîye tûnebû, lê lawikê
me delale malê me ye.
Dê
û bavê kundirke, þertên keçkê xwe ji van ra gotine. Van jî ev
þertena qebûl kirine. Bêçare, wê þeve bav û dayîka lawikî mîr,
kundirk kirine hemîza xwe û ew birine mala xwe.
Van,
kundirk kirine oda nîvane. Van ji lawik re þertên Kundirke gotine
û Lêwik jî ev þertena qebûl kirine.
Lawikê
mîr êdî her ro se care Kundirk av kiriye.
Ji
heft sala þunda, roke
ji kundirke keçkek derketîye. Mala mîr pir kêf dane û heft ro
heft þeva