KABÛS

 

Cemîl Denlî

 

... Ji xwe re li nava gund digeriyam... Wekî carên berê, min dît ku kenefa me ya bêavrêj dîsa di ser re çûye û pîsî li her derê belav bûye. Min bi her du firnikên pozê xwe girtin û berî da mala Sofî Brahîm ku wekî her sal, em bavêjin dawiya terextora wî û bibin li çolê vala bikin... Min çawa berê xwe dayê, ez û sofî Brahîm qoça qoça li hev rast hatin. Bi riha xwe girtibû dihat. Me li hal û wextên hev pirsîn..Çend gavekî li kêleka me, mirovekî, li ser nigan, xwe berdabû erdê, destê xwe dida çiravê, dianî ber pozê xwe û bêhn dikir...

Min got :

-Rojbaş mêriko!... Te xêr e, morîkên diya te qetiyane li van deran?...

Wî jî :

-Hello, rojbaş Gulê!... Ji acizî ez bîstekê ji xwe re li van deran digeriyam... Min got hela bê rewşa demokrasiyê çawa ye!

Min :

-Wey welcom, tu bi xêr hatiyî, ser seran, ser çavan Kak Pûş...

Di ber xwe de min got:

-Navê min ji ku dizane?... (bi dengê bilind) Çima te negot ez têm, meyê tevî hemû eşîr û malbata xwe, hûn pêşwazî bikirina, hela ka were em herin cem me çayekê vexwin!..

Û min got :

 -Terexora sofî Brahîm xera bûye, gelo hûn nikarin a xwe bidin; wek du-sê saetan karê me pê heye?... Li qisûra me nenere, me ev derinan hinekî herimandiye!

Tilî li ber poz, kire fişefiş, bêhn kir û got :

-Terextor û ne tiştekî dinê!... Artêşa xwe dişînim ji bo sixleta te!...

Him kêfa min hat, him jî şaş bûm.

Min :

-Spas, bila artêş bimîne, tu hew terextorê bişînî, bes e...

Ji me bi wê de, mêrikekî din, ber me ve hat.

Mêrik :

-Hi, my friends!... Yanî, silav hevalno!... Hûn çawan in, baş in?

Min jî :

-Hay hay!... Mala Xwedê ava, em baş in, tu çawa yî?

Wî:

-Bi dîtina we ez baştir bûm...

Ez ber ve wî de çûm.

Min :

- Kek Bilik?... Tu yî? Wey welcome, pirî come (kom), li vê derê kom... xêr e tu û van deran? Gur li ku miriye?

Wî :

-Wele nebêje... Ez li malê, ji rûniştinê aciz bûm, min got hela ez bîstekê derkevim, li ser xwe bigerim, bê çi heye, çi tune li rûkala dinyayê...

Min :

-Wele saxiya te û canê te!... Em gişk baş in, zarok destê te gez dikin; tenê kenefa me hinekî di ser re çûye, mala wî ava be, Kak Pûş wê terextora xwe bide, em vî pîsîyî jî biavêjin, tu derdê me namîne.

Dest da erdê, bir ber pozê xwe.

Wî :

-Terextor çi ye, ez qemyonê ji te re bişînin, her tişt li oxira te ye... Xulamê te be, ez sibê wezîrê karê derve ji te re bişînim!

Gotina “xulamê te be“ baskên min bilind kirin. Ez rebena xwedê, gava bavê min bang li min dikir, gotina wî ya xweş, digot :

-Gijê were tûya!...

Çi mirovine camêr bûn... Em çûn ber beroşkê mala me, min çayê dem kir, anî.

Min :

-De ka kerem kin, destê xwe bişon!

Wan (bi he re) :

-Hewce nake!... spas!...

Min hinekî şerm dikir ji ber wî pîsiyî, wê çiravê... Çaya wan da ber, vedixwarin. Min îskanek jî danî, her ku çaya wan diqediya, a di binî de dima, berdidan hundurê wê. Şêwir geriya û xweş bû...

 Min dît di ser malên pêşiya me re, yek li ser şûjdê, tizbîyek, hin nifte mifteyên kevn, kêr, cawbir, birek, tevşo û gelek alavên zingarî pê re, difire û tê. Hat xwe li cem me danî.

Mirovê li ser şûjdê:

-Esselamin eleykum birayên min ên file û delal!

Wan jî (bi hev re) :

-Xêr e Teyo, çêleka te wenda bûye?

Teyo:

-Bawer kin min bêriya we kiriye... Hûn dizanin, ez dimirim, direhelim ji bo xatirê we!”    

Hat xwe da kêleka me.

Pûş hêdîka bi kumê wî girt, danî jêrê û got :

-Hêy hêy, kêfa me gelekî ji te re tê, gava tu li vê derê bilûsî...

 

Teyo rûnişt li wê derê û bi tilîkan kete pozê xwe, tilîk neçûnê, bi tizbiyê ketê...

Pûş:

-Bilik, gelo kalîta wê çawa ye?

Bilik, devê xwe vekir ku bipeyive, bi dengekî bilind,

Teyo :

-Pîrka kalikê diya min, bi eslê xwe ji Kerkûkê ye, hîna nîvmehî, Rahmetiya Pîra Asenayê, wê di nava pêçekê de, ji Asiyaya dûr tîne, li wir datîne. Ji ber ku Pîra min a pîroz Asena stewr e û zimanê lazkî ji bîr kiriye, wê davêje çolekê. Ew jî li wê derê bi devkî dikeve ser çirava petrolê, vedixwe û mezin dibe... Loma ez bawer im, ji şîrê diya min biqewttir e.

Bilik :

-Kê hestî avêtiye ber viya?...

Pûş rabû, bi kumê wî girt; hinekî din li dûr danî...

Teyo :

-Na na kuro na, mirim ji derdê we... Ka çayekê!...

Bilik:

-Şîrê dêlegurê vexwe!

Pûş dîsa lê vegeriya, ew îskana ku çaya di binê îskanan de dima berdidanê, dayê... Qey sar bû, bi carekê, bi ser xwe dakir, bû xulqexulqa qirikê û got :

-Elhemdûlilla...  kola...

Pûş:

-Bijî, birayê min ê musulmanê demokrat!... û devê xwe bir ber guhê Bilik, tiştek jê re got.

Pûş  :

-Baş e Bilik, binere!... destê xwe bir ber pozê wî.

Bilik jî:

-Rast e, gelekî baş e!...

Û destê xwe da ber pozê Pûş, got:

-Baş bêhn bike, ji ya herî qenc e...

Min :

-Heyran, hûn qala çi dikin? Wî gûyî didin ber pozên hev?...

Pûş û Bilik bi hev re:

-Me qala demokrasiyê dikir. Em bawer im van deran demokrasî divê...

Min jî :

-Heyran, welleh me li vê derê terextor divê... Tiştê hûn didin ber pozên hev jî, gûyê zarokan e... Jixwe, ez demokrat im û mêrê min jî feodal demokrat e...

Pûş :

-Gijê bêhişê, tu “gû û petrolê” ji hev nas nakî...

Min jî, piçek da ber devê wî û got :

-Pûşo, piraqilo, wele tu jî, “ewkê xwe û masiyan” ji hev du nas nakî! Hela ka carekê tahm bike, bê çi ye?

Teyo ji cihê xwe :

-Wexta ku hûn li petrolê nefikirin, petrol tune ye!..

Pûş :

-Hoşt...

Bilik :

-Belê, me gotibû ev derina gelekî ji demokrasî û şarezatiyê mahrûm maye. Çi bikin gelo?...

Teyo :

-Û kalikê pîrika diya min jî, bi eslê xwe ji Mûsilê bû... Hingî li navbera wê û Kerkûkê, di ser xetên sor re diçe û tê, avis dibe, rahmetî!...

Pûş:

-Zor spas Gulê ji bo çaya te... Ez sibehê terextorê tevî çend xebatkaran ji te re dişînim...

Min got :

-Na na, malik ava... Û heger hûn tiştekî ji min re neşînin, ezê spasdarê we jî bimînim. Oxir be, şîva we birxur be, kevçiyê we nelazim e!...

 

Min dît Teyo kêreke zingarî avêt, got “tereqqq!” li nîvê çaydankê min ket... Paşê bang kir:

-Xetfiroş hat! xetên min hene! Xetên erzan û belaş!...

Bilik :

-Ma wisa dibe Gula delal, ji bo te ez qemyonan bişînim...

Min :

-Zor spas, min navê!... Û hew min dît Teyo îskana min li dîwêr xist û dest bi stranekê kir:

Xetên soorrr, şetên sooor,

ketin nava şerbetê betên koorrr...

 

Pûş rabû ser piyan, telîsek derxist, xiste serî û avêt wagona alavan a trêna postê ku li ser riya Kerkûkê bû... Vegeriya û got:

-Em li ku mabûn?

Min :

-Li ser riya Helebê...

Bilik:

-Çi îşê me ye li wir?

Min :

-Em li nalê keran digeriyan...

Pûş-Bilik bi hev re:

-Belê... Me gotibû demokrasî...

Min:

-Na!... Min gotibû kenefe!...

Wan :

-Demokrasî!!!...

Min :

-Kenefe!!!...

Min hew carekê dît ku

bi sedan tanq û top û balafir

Li ser, mirovên kêmaqil

girtin ser gund û li çaraliyê mala me, xelek çêkirin.

Ez çûm pêşiya wan û bi her du destan qîrîyam, min got:

-Go home, here kenefe (go hom hîr kenefe)!!!

Wan jî li min vegerand :

-Here good, demokrasî!...

Min :

-No no, here ne good! ... Gû... kenefe!...

Wan :

-Yes, here good, demokrasî!...

Hew min dît Teyo di şibaka trênê re tevşo avêt, hat got “tereqqq!!!” li serê min ket. Negihişt ku stêrk li ber çavên min bireqisin, diya min bi şîmaqa li rûyê min dixist û digot:

-Hêşiyar be keçê, çi kenefe kenefa te ye?...

 


 

Bigire - Kapat