"KEÇIKA TE ÇÛ!"
ma hatibûya girtine, ma hepsî bûya,
hînge min dikarî keçika xwe bibînim,
zîyaret bikim, lê niha bêxeber, bêedres, bêşûn ew kî dizane li kudere ye!"
Can Evîndar
Xebera
ku ew jê ditirse hat. Gotin: "Keçika te çû" .
Zewo
her roke xwe bi tirs, bi xof derbas dibû, digotin "keçika tê here, ê di
nav tiştî
bi diskî, xeter da ye". Lê dîsa jî Zewo bawer nedikir, digot "keçikek
nare tu dera, ne tişte
ku cara bûye"
Dema
ku ew xebera hat, Zewo li ber male rûniştibû,
xebera ku li nav gund belav bûyî zû geşte
Zewo; cîrana Zewo hate hêla Zewo rûnişt
û bi dengekî nizm û veşartî
go: "Li nav gund belav bûye dibênê keçika te çû" . Dema ku Zewo
ew xebera bihîst xuzi di dev da nema, dev lê miçiqî, benz lê zer bû, mîna
ku zom li seri keve ew xebera di guhê we da deng da; "Keçika te çû!!!
Keçika te çû!!! Keçika te çû!!! " Rabû serxwe kete hundire male û
deri li ser xwe kîlît kir, derbase oda pêşiye;
oda rûniştine
bû, li ber pencere rûnişt,
li derva meskir, mala wan li perî gund bû di hêle mala wan ra rêyek derbas
dibû; rêyeke dirêj û zirav, rê diçû dûre û li dûre, di bergehe da
zirav dibû. Zewo di pencere ra li vê rê mesdikir, Zewo qet tu cara li vê rê
ewqas mesnedikir, niha ew rê bi Zewo dihate maneya veqetîn, dûrketin û
venegerin e. Kelgirî bû, bêdeng digirîya,
ji çavên Zewo hestirk mîna dilopên barane dibarîn.
Gundî;
cîran, dost, heval li ber male bi kom-kom civî bûn, dixwestin awnî bikin, lê
Zewo deri venekir, nedixwest deng bike. Li navberekê çavên we li televîzyon
ket, televîzyon ji hev bû û xeber dihatin gotin: " Sayin seyirciler, bugün
güvenlik güçlerinin bir çok eve yaptigi baskinda, yasadişi
faaliyetlerde bulunan çok sayida ögrenci, beraberindeki yasadişi
yayinlarla suçüstü
yakalanip gözaltina alindilar" . Zewo go: "Xweziya keçika min jî ma
neçûbûya, ma hatibûya girtine, ma hepsî bûya, hînge min dikarî keçika
xwe bibînim, zîyaret bikim, lê niha bêxeber, bêedres, bêşûn
ew kî dizane li kudere ye!". Rabû serxwe, derbase odeke din bû; oda keçika
xwe, oda ku keçika xwe lê ders dikirî, lê radiketî. Ode da masek hebû, li
ser mase pirtûkên li ser hev, li hêla pirtûkan resimek; resime keçika xwe;
ew resima ecer kişandibûn,
di resim da jî ruken bû keçika xwe, li ser ruyên we tim ken hebû, di
navbera wan da bû; navbera dî û bavê xwe, her destekê xwe liser milên dî
û bavê xwe bû. Keçika wan bi qîmet e li ba wana, bi tene ye, bê xung û bê
bira ye, loma jî navê keçika xwe kiribûn Yekpare. Zewo çavên xwe ji resim
heynan, li dîwaran mes kir, li refên dîwaran, ref ji pirtûkan tiji bûn,
pirtûk di rêze da bûn, Zewo xwendî nedizanî, gotina Yekpare hate bîra we,
Yekpare digo "di van pirtûkan da, ji sîyaset, felsefe, ekonomî heta dîroke
her tişt
heye" . Zewo di dilê xwe da go "van pirtûkan bûne sebeba keçika
min" . Teqata we nemabû zêde li oda Yekpare bime. Resim ji ser mase heyna,
kire paşila
xwe û ji ode derket. Deriye male lêdiket, mere Zewo bû.
Zewo
deri ji hev kir, gundîyên ku li ber male civîbûyîn belavbûbûn, kes tunebû.
Merê Zewo seri di ber da derbase ode bû, qet deng nedikir, Zewo jî derbase
ode bû, perdeyên pencere kişandin,
hundire ode şevereş
bû, bê îşq
di ode da rûniştin,
mala wan bêronî bû, dinya li wan tarî bû, bavê Yekpare li ser mîndere
seri di ber da, xwe topehev kiribû, bi hêrs û bi dengekî kelgirî li jina
xwe xulî bû û go " tu bûyî sebeba Yekpare, min go em neşînin
universîte, keçikek bi tene li bajarên dûr, nenas, tu çi dizanî a çi bike?
Xelasîya welat ji keçika te ra ma ye? Ma here, bela serê xwe bibîne, ez qet
hestirkekê ji van çavan nakime xware" . Dema ku bavê Yekpare van gotinan
digotin, ji xwe bêxeber, hor-hor digirîya, hestirk ji çavên wî mîna dilopên
barane dibarîn. Zewo li merê xwe mes kir; li girî û nalîna wî, ew jî hate
ber merê xwe rûnişt,
ji paşila
xwe resime Yekpare derxist, tev hev girîn, lê Yekpare ji wan bêxeber hîn di
resim da dikenîya. Zewo li resim mes kir û go: "Yekpare! Min heta hiro bi
te qet tu kar nekir, min destê te şil-zîyo
nekir, me bi xwe nexwar, venexwar da te, me go ma tu nebî bermalîyek, me tu şandî
unîversîteya bajaran, emsalên te gîşk
ji merên xwe ra bûne kole, bûn bermalî, ew çi serê we yê bêaqile, bi
derketina ser çîyan tu çi xelas bikî?" . Zewo resim ji dest xwe avêt
ser erdê, li merê xwe mes kir, li çavên wî yên tiji bûyî, li çavên wî
yên kûr-kûr difikirin, li bêdengîya wî, li keser kişandina
wî. Di dilê xwe da go: "Ew çi hezkirina welate ku, keçik û xortan ji
mal dûr dixe, ji dî û bavan vediqetîne, welatparêzîya ku keçik û xortan
ji malbatan dûrdixe, diêşîne
heşe
min qebûl nakin. Meri nikare bêderketina çiyan têkoşîna
xwe bike? Yekpare çiqes pirtûk xwendibin jî, ew hîn pir tiştî
nizane, fam nake" .
Ro
çû ava, şev
bi ser gund da dihat. Lê dinya ya dî û bavê Yekpare di ber şeva
ku bi ser gund da hatî tarî bûbû. Îdî tiştî
ku ew bikin tunebû, bêdeng, bêxwarin, bêvexwarin ew şeva
bi ser wan da hat. Bi xeman, bi keseran serê wan di ber da rûniştibûn.
Li derva baran dibarî, dilopên barane dipişqîn
cama pencere, brûskan vetenîn, tarîtîya ode pê ronî dibû, dengê brûskan
dikete guhên wan. Zewo go:"Yekpare li van baranan bêwar, bêmal çi dike".
Teqeta Zewo û merê we nemabû, bi xew va diçûn. Bêcî, bêlihêf ketine
xeweke kûr.
Di
şeva
tarî da, di nav dengê baran û brûskan da, di nav xewa ku Zewo têda dengê lêxistina
deri dihat. Zewo rabû serxwe berve deri çû. Deriyê wana qet tu caran li van
sihetan lênediket. Bi meraqeke mezin deri ji hev kir. Kes tunebû li ber deri,
Zewo serê xwe dirêj kir, qeratîyek xay dikir, beri di we alkiribû, di şeva
tarî da nedihate naskirin, qoçikekî qut lixwekiribû, yaqa qoçik li ber çexkiribû,
bejin zirav bû, por şitil
bû, giran giran berê xwe çex kir; Yekpare bû, Zewo ew zû naskir, rukenîya
we dîsa mîna bere li ser bû, dilopên barane li ser ruyê Yekpare bû. Qîrnî
kete Zewo, bang kir: "Yekpare! Keçika min! Rindika min! Delala min! Min
dizanî tu me cînanî, terk nakî" . Zewo bi hêrs Yekpare kire hembêza
xwe, seri da ser sîngê xwe û horîna we dinya heyna û go: "Te çima em
veng êşandinî,
tu dizanî hebûn û tuneyîna me tu yî" Serê Yekpare li ser sîngê Zewo
û di navbera her du destên we da bû. Zewo destê xwe li nav porê Yekpare
digerand, por şil
bû, go:" Delala minê were em derbase male bin, ta veng nexweş
bikevî, ez te zîyo bikim, xwarineke germ ji te ra bikim". Yekpare serê
xwe heyna ji sîngê dayika xwe, bi rukenîya xwe li dayîka xwe meskir û go:
"Ez nakevim male, ezê herime, hevalên min li benda min in! Dayê ez
dizanim ji bo te zor e, welate me jî mîna te dinale, bi sedan salane ew dinale".
Zewo dibê: "Delala min! Te ez gêj kirim, tu dixwazî min dîn jî bikî?
Oda te, masa te, pirtûkên te gîşk
li wir in, li benda te ne! Li van baranan tu herî ku?" Yekpare destên dayîka
xwe ji nav porê xwe giran-giran derdixe û dibê: "Bi xatire te be daye!".
Zewo biqesî quweta xwe bang dike: "Mere!!!..." ," Mere!!!..."
Dema
ku Zewo bang dikir "Mere!!!..." çavên xwe ji hev kirin, sibe bû,
tiji xu bûbû û merê Zewo bi ser we ra dawestî bû. Zanî ku xevn e. Yekpare
di xevneda jî neketibû mal. Bejna Yekpare ku di xevna Zewo da tim dihate ber
çavên we û di guhên we da gotina Yekpare; "Bi xatire te be daye!"