BERFE GIRT RÊ
Berfe girt rê
tu tunebûyî
rûniştim li ber te li ser çokên xwe
temaşe kir li ruyê te
çavên min girtî
Keştî derbasnabine balafir nafirine
tu tunebûyî
li ber te pişta xwe min dabû dîwêr
dengkir dengkir dengkir
min devê xwe jev nekir
Tu tunebûyî
destên xwe bi te kirin
destên min li ruyê min bûn
Nazim Hikmet
Wergêr: Evîndar