Dîk û Siri

 

Herem: Xelkedondurma

Berhevkar: Uskê Cîmîk

 

Çi hebûye û çi tûnebûye. Li gundekî dîkek hebûye. Rojekê siriyek ketiye lingê Dîk û qîjeqîjê wî li dûne belav bûye.

Rojekê hatiye gundekî. Pîrekî nên lêdixe. Wê, ûfeûfe pifêpifê ku darûbêr vêxe, lê dîsa jî dar û berê we vêneketiye. Ser û çavên we, di nav dûmen de reþ bûne.

Dîk got: Le Pîrê! Çima, tu bi wî arî vineketi serê xwe diêþînî.

Pîrê got: Min xwest ku îro, hinek nan lêxîm, lê tu jî dibini ku, darûberê min tune ku ez, arî xwe vêxim.
Dîk got: Le Pîrê min delale, Di lingî min da sirîyek heye. Wî, ji lingî min derxîne û biavêje nav darûberê xwe ku, ma pê arî te vêkeve.

Pîrê bi dîzkî, di paþila xwe de derziyek derxistiye. Paþe Pîrê, derzî hûte wî kiriye û Dîk, bi we hema bîrva çûye. Pîrê, ji lingê wî, ew siriya wekî kelem derxistiye û paþe Pîrê, lingê wî bi ave þûþtiye û jê re pêçandiye. Pîrê, ew sirîya jî avêtiye nav darûberî xwe. Pîrê dîtîye ku, agire xwe vêketiye û mîna agire newroze þên daye.
 
Dîk, ji kêfan ra li dor Pirê bazdaye. Wî, destên Pîrê, sed caran maç kiriye û paþe, ji Pîrê xwêtire xwe xwastiye û ew ketiye re.

Heft roj û heft þev derbas bûne.

Dîk, hatiye mala Pîre û derketiye serê gir û bang kiriye: Girgiri girgiriii, Pîrê! Pîrê! min Pîr kiriye bîre ye. Ez ji te siriye xwe dixwazim.
Pîre got: Dîko qurban, min ew siriye te, avêtê nav êr û ew þewitî.

Dîk got: na, pîre na, ez, ji te sirîye xwe dixwasim.
Pîrê got: Dîko,
sirîye te þewitî.
Dîk got: Ya siriye min bide min, ya jî, tûe ji nanî lêxistî hinek nan bidî min.

Pîr û Dîk, bi ser hewdû ketine. Yekê, bi dûxê li wî xistîye, yekî jî nikulî wê kiriye. Yekê gotiye, ax. Yekî jî gotiye, gîîîk. Pîr, liwê hêlê ketiye erde. Dîk jî, livî hêlê lûtbûye.
Lê Pîre dîsa jî, ji Dîk nafilitiye û ji nanî lêxistî, heft nan dane wî.
Dîk, wan heft nanan li milên xwe bar kirine û ketiye re.

 

Dîk, hindik çûye û pir çûye. Ew, ne tî û ne jî birçî bûye. Dîk, nikuliye û li dûre Þivanek dîye. Þivan, li ber pez bûye. Dîk, dîye ku Þivan, þîr bi piþkulan dixwe. Dîk, bi halî wî þaþ maye. Dîk, baz daye û li ber Þivên sekinîye û gotiye: Lo þivano delalo, tî û birçiyo, bin destîyo, Tû dîn û har bûyî ku piþkul, bi þîr qe têne xwarine?

Þivên got: Ez, di bin destên axa û began da me. þev û roj, li ber pez im. Nanî ku ew didine min, li ber didanên min nagire. Loma ye ez, þîr tev bi piþkulan dixwim.
Dîk got: Lo delalo, edî tu birayê minî. Birayê min delalo, di terî min da, haft nan hane û ez van heft nanan didim te. Teê van bi kêfî dilê xwe bixwî.

Þivên, heft nanên wî, bi þîr xwariye. Þivên, sipasî wî kiriye û Dîk jî, ji Þivên xatire xwastîye û ketîye re.

Heft roj û heft þev derbas bûne.

Dîk, hatiye mala Þivên û derketiye serê gir û bang kiriye: Girgiri girgiriii, lo Þivano! Þivano!, min Þivan kiriye bin qilavo, Ez ji te heft nanên xwe dixwazim.

Þivên got: Birayê min delalo, min ew haft nanên te xwarin.
Dîk got: yan heft nanên min bide min, yan jî heft beranên xwe bide min.


Dîk û Þivan, ketine hewûdû. Yekî, bi þive li wî xistiye. Yekî jî, nikulê wî kiriye. Yekî gotiye, ax, yekî jî gotiye, gîîîk. Þivan, liwê hêle, li ser serê ketiye erde.  Dîk jî, livî hêlê, li ser boçe ketiye erde.
Lê Þivan, dîsa jî ji Dîk nafilitiye û wî heft beran dane wî. Dîk, heft beran dane ber xwe û ketiye rê.

 

Dîk, hindik çûye û pir çûye.  Ew, ne tî û ne jî birçî bûye. Ew, hatiye dora gundekî. Li wî gundê dolek hebûye. Dîk, beranên xwe li paþ malan mexel kiriye û paþe, ew çûye cem gûndiyan. Dîk, dîye ku xort û keçên gûnd gowend girtine. Dîk, ketiye serê gowende û ji serîkî baz daye haye serê din. Gûndiyan, ji hopehope û ji qijeqijen wî, pir kêf dane.

Gundîyan, miþkan þerjê kirin û di biroþan de kelandine. Dîk, bi wî halî wan þaþ ma ye.
Dîk, ji kalakî pirs kiriye: Lo Kalo, ev çi halî waye, qet li dawetan miþk ten serjêkirin.

Kale got: Dîko, axa û began ji desten me herd û malên me girtin. Îro, lawe min dizewice. Tû tiþtekî min ku ez, li davetê serjêkim tûne.
Dîk got: Ev çi þore Kalo, rû sipiyo, Ez, dîkekî dewlemend û destvekirî me. Kalî min delalo, Li paþ malên we, haft barenên min mexelin. Ezê heft beranên xwe bidim te û bi kêfî dîlî xwe van serjê kin.

Gûndiyan, heft beran ji paþ malan anîne û ew serjê kirine. Di biroþan de goþt kelandine û pê xwarinên xwe çekirine. Dîk û gûndiyan, xwarin xwarine û paþe Dîk, xwatire xwe ji gûndiyan xwestiye û ew ketiye rê.

Heft roj û heft þev derbas bûne.

Dîk, hatiye mala kale û derketiye serê gir û bang kiriye: Girgiri girgiriii, Kalo! Kalo!, min Kal kiriye çêlo, ez heft beranên xwe ji te dixwazim.?
Kale got: Qurban dîko, min ew heft beranên te serjê kirin û me ew xwarin.

Dîk got: Ya heft beranên min bidî min û ya jî bûka xwe bidî min.
Kale got: Dîko, min ew heft beranên te li dawete serjê kirin.
 
Dîk û Kal, ketine hevûdû. Yekî, bi dare li wî xistiye,  yekî jî, nikulî wî kiriye. Yekî gotiye, ax. Yekî jî gotiye, gîîîk. Kal, liwe hêlê li ser piþte ketiye werde. Dîk jî, livî hêlê li ser seri ketiye erde.

Lê Kal, dîsa jî ji Dîk nafilitiye.

Kalê gotiye: Dîko, sibe tûê werî mala min. Ezê ji te re bûke, di telîs kim û li te siwar bikim.
Sibe bûye.
Dîk, çûye cem Kale. Kal û gûndiyan, telîs dane ser kerê. Dîk, serê kerê re girtîye û ketiye re.

 

Dîk, hindik çûye û pir çûye. Ew, ne tî û ne jî birçî bûye. Dîk li ber tûmekî sekiniye. Dîk, destên xwe avêtiye kendire ku veke, ji hêcan re dest li wî cirifîne. Dilê wî mina doleke kiriye gumegum. Paþe, devê telîs vekiriye û çi bibine!!! Çav li wî velistine. Xû, li wî mina çeme Firate guþeguþe lê hêl bûye.


Gundiyan, li þûna bûke, delik kirine telîs. Delika devreþ, ji telîs bi lêz derketîye û xwe berdaye Dîk. Dîk û dêlik ketine hevûdû. Yekê ew gez kiriye.  Yekî jî ew nikul kiriye. Yekê gotiye, ax. Yekî jî gotiye, gîîk. Dêlik, liwê hêlê, li ser dev ketiye erde. Dîk jî, livî hêlê, li ser baskan ketiye erde.
Dîk, ji delik filitiye û reviye. Wî, ji tirsa xwe ra, qet li paþ xwe meznekiriye.

 

Dîk, hindik çûye û pir çûye. Ew, li serê girekî sekiniye. Wî, bi dengekî bilind bang kiriye:
gîgîgîîîîî
Min siriyek da
Bi heft nane
heft nan dan
bi heft beranan
heft beran dan
bi bûkekê
bûkek dane min
bi delikekê
gîgigîîîîîî