Çixarekêş

 

Cemîl Denlî

 

Li ser ewran

Gulê :

Em teze zewicî bûn. Ji qewla ewropiyan, di meha hûngiv de, di ser ewran re difiriyan. Me xwe tê dadikir û derdiketin û dîsa xwe dadikirin. Berfa ku dikete devê me, me dadiqurtand. Strî tunebûn. Carcaran birûsk tê re biçûna jî, me ji nigên xwe derdixistin. Kevir û stêrên ku li ezmanan rêya şaş dikirin û di çar aliyên me re dibuhurîn, ne li ser bala me bûn. Û Xwedayê Evînê sîdank di ser me re digirt, nedihişt tav li me xe... Min jê re digot Cembeliyê min! Wî ji min re digot, Binefşa Narîn. Me yekî nedida ser gotina yekê, berf û hûngiv tev li hev dikirin, dixwarin. Em têr bûn...

 

Rojekê gava çixare di dev de, min xwe çeng kir ser ewrê ew li ser û jê re got:

-Doqooo!...

Wî :

-Bêje Binefşa min a Narîn!...

Min :

-Ez pirî ji te hezdikim, tu vêya dizanî?...

Pifa xwe li çixarê xist, berda hewayê:

Wî :

-Ez jî pirî ji te hez dikim delala dilan...

Min :

-Baş e, tu naxwazî hezkirina xwe nîşanî min bidî?

Wî :

-Tê negîhîştim?

Min :

-Te tê bigîhîjînim dilo... Tu çi qasî ji min hez dikî?

Wî :

-Bi qasî serê bavê te...

Min :

-Na na, wisa nebû...

Wî :

-Çima nebû?

Min :

-Serê bavê min mazîkî û biçûk e...

Wî :

-Temam, bi qasî serê Girê Şêran.

 Min :

-Hah wisa!... Wê çaxê ez jî daxwazeke bi qasî serê bavê xwe ji te dikim...

Wî :

-Bêje Binefşa min...

 Min :

-Tu naxwazî dev ji çixarê berdî?...

Wî :

Çima?...

Min :

-Ji bo xatirê eşqa min û çavên min ên birqa evînê jê diçin...

Wî :

-Ez ji çavên çixarê jî hez dikim... Dixan jê diçin!

Min:

-Tu pirî ji min hez dikî yan ji wê?

Wî:

-Ez ji we her duyan jî hez dikim...

Min :

-Wele, wê çaxê lazim e tu dev ji me yekê berdî...

Wî :

-Çawa?

Min :

-Wawa!... Ya ew ya ez!...

Wî :

-Kîjan?

Min :

-Çawa kîjan?... Fedî nakî dibêjî çawa kîjan?

Wî :

-Ez ji we her duyan jî hez dikim...

Min tîfilek terez ji ewr jê kir û li serî xist. Çav lê zîvirî, gêj bû, dikira biketa, min destê xwe avêtê, nigekî wî zeft kir. Li hewa, serberjêrkî, kil dibû bi destê min ve... Bi girî,

Wî :

-Ez aşiq im, evîndaaar im, li vî ezmanî neçaaar im!...

Min :

-Bimire!...

Wî dewam dikir :

Nigê mi bigireee û bernedeee...

Dilê xwe tê ji mir` bêje!...

Min tepek li qûnê xist û got :

-Na, nabêjim!... Ez ya te me, tu, yê çixarê yî!

 

Melayketekî, di ser me re tûrek avêt, min got qey ê aştiyê ye. Hat xwe li ewrekî ber me danî, selikek danî ber xwe û bang kir,

Melayket :

-Werin tûtinê, tûtina baş, tûtina erzan, tûtin!...

Min :

-Wey li min rebenê, bêkesê. Melayketê tûtinê!... Tu şerm nakî tûtinê tînî heta vî ezmanê evînê, me jahrdadayî dikî?...

Melayket :

-Lê lê ma çima tu xwe dixeyidînî?... Bazara serbest e ev der, miştirî li ku be, mal li wir...

Min :

-Bazara qula çavên te!... We bi vê serbestiyê erd û ezman gişk qulqulî kirin. We tasek sipî, ji ava zelal nehiştin! Wextî qiyamet rabe!...

Bi himehima min re, hema li bayê bezê, rahişt selika xwe û reviya, çû erdê... Min nigê Doqo kişand jorê... Lê me tiştek nexist serên hev.

 

Li texma mijê

Meh derbas bûn... Doqo ne terka min dikir, ne jî ya çixarê. Bayî, ewrên bin me bi xwe re biribû, evîna me daketibû texma mijê. Me stran digotin. Hinekî xemgîn... Gava em birçî dibûn, me dims û mij tev li hev dikirin, em nîvtêr dibûn.

Û min got:

- Doqo, wele heger tu dev ji çixarê bernedî, ezê dev ji te berdim! Ne mejbûr im ku her roj devê te yê mîna xwelîdankên qehwa Weysî, bialêsim... Tu bi kêfa xwe yî êdî...

Min buxçik amade kir, hemî alav xistin navê, pêça û da dest:

-Heger tu îroj dev ji çixarê berdidî, berde, ya na, yela, buxçika xwe bigire û here mala bavê xwe!...

Doqo lê nerî ku rastî li rastiyê geriya, got gelekî zor e lê dîsa jî soz da ku ewê dev ji çixarê berde. Hinek wext dixwest... Ez kela sebrê bûm ji xwe...

 

Li erdê

Wext tije bû... Evîna me daketibû erdê. Me stranên keserê digotin, dixana çixarê û ax tev li hev dikirin, dixwarin. Em birçî bûn lê hêj jî, aqilê Doqo di ser kumê wî re bû... Min têkiliya xwe sar kiribû û li benda bicîanîna sozê bûm...

...Êvarekê ez hatim malê, min dît Doqo, dendikan çeres dike. Çixare ne di dest de ye... Ev, serketin bû. Ez gelekî pê serbilind bûm. Nigê evîna min hinekî ji erdê qetiya. Min ew bi ramûsanekê pîroz kir. Roja dinê, dîsa çixare nekişand. Dendik çeres dikirin, di ber re jî tizbî dikişand. Min got baş e, li ser riya Xwedayê Berxwedêr e.

 

Kê çi digot bila bigota, evîna me geş dibû. Wê êvarê min nivînên xwe derxistin derve, bir li ser ewran raxistin... Ez ji dû, bêhn û gemara çixarê xelas bûbûm. Buhar hatibû, kulîlk dibişkivîn û stranên bextewariyê ketibûn ser zimanê min. Roja sisiyan jî wisa...

 

A çaran, bi min hinekî dirêj hat. Doqo çixare nedikişand... Dendik çeres dikirin, şeqeşeqa tizbiyê bû, carinan jî di ber re benîşt dicût. Strana min hinekî sist bû. Min bêhneke kûr kişand, dest bi sirûdên berxwedanê kirin... Çûm cem...Min got hela bê di kîjan pêvajoyê de ye?...

 

Şerê navxweyî bilind bûbû di hundur de. Giyana wî ya çixareparêz û ya dijber, şerê birakujiyê dikirin... Çixare nedikişand... Dendik çeres dikirin, şeqeşeqa tizbiyê bû û di ber re çelqeçelqa wî bû benîşt dicût carcaran. Ên kelandî, xavî, şor, bêxwê, hundir tije dendikên berbero, kundir, zebeş û kelekan kiribû. Benîştê daran, ên bişekir, bêşekir... Tizbiyeke hah hebên wê wisa di dest de, şeqeşeqa wê bû. Serê kêlîkê jî birçî dibû. Çi tê keta ber dixwar... Ez jê veciniqîm...

 

Cembeliyê min, ji çixarekêşiyê derketibû, bûbû aşê hewarê... Her aliyê hundir, hêwan, ber derî, berberoşk, gişk tijî qalikên dendikan kiribû. Her tim ya benîşt dicût û şeqeşeqa tizbiyê bû, yan jî çiteçita dendikan û şeqeşeqa tizbiyê bû, çayê yan qehwe li ber û serê kêlîkê hêrs dibû... Pehîn li tiştekî dixist û bi zirt dipeyivî.

 

Li bin erdê

Strana min guhertibû... Ez çûm, min nivînên xwe ji ser ewran anî hundur... Evîna me xwe di erdê dida û ayeta Xwedayê Berxwedêr ku digot : ”xwedierdêdan mirin e” hate bîra min. Bala xwe da halê wî... Nedidebirand, diqirqilî... Ez derketim kuçê, ji kesê pêşîn ku çixare di dev de pirsî, gelo mezintirîn dikana tûtinfiroş a binavûdeng, li ku ye?.. Şanî min dan, çûm.

Min :

-Roj baş!

Tûtinfiroş :

-Wey rojbaş dotmama Xeydokê! Tu bi xêr hatîyî, ser seran ser çavan!...

Min :

-Melayketê tûtinê, ma tu li vir î jî?

Wî :

-Heyran, miştirlî li ku, mal li wir...

Min :

-Ji ya herî baş, kîlok tûtina Mûşê, yek a Semsûrê, yek jî, ji ya Xursê û pênc qerton çixare bidî min ji kerema xwe re!...

Amade kir û

Wî :

Kerem ke, bazara serbest pêdiviya her kesî pê heye. Û ezman ne malê bavê tu kesî ye!...

Min :

-Belê ezbenî, stuyê te bişkê, ezman bi ser te de were xwarê...  Hela ka alavên min bidî min...

Vizeviza wî bû devê min zuha dikir bayê qublî. Min berê xwe da malê, hatim... Doqo, li ber siniyê veketî, çaya wî li ber, çiteçita dendikan û şeqeşeqa tizbiyê bû. Benîştê xwe jî danîbû ser siniyê, îskeîska wî bû di ber xwe de digiriya...

Min :

-Xêr e Doqo, ma qey Xwedayê Kixsan, pîvaz hûr kirine, tu bi niqilîskan ketiyî, digirî?!..

Gava dît çixare û tûtin di destê min de ne, wek kûçikê ku çav li xwediyê xwe bikeve, hema rabû û xwe avête hembêza min... Nigê wî ji erdê bilind dibûn. Ên min, bi erdê de diçûn... Çûm hêla malê, û min got oxxx!... Mala Xwedê ava, ez ji derdekî dinê jî xelas bûm. Bila dev ji dendik, benîş û tizbiyê berde û firaxan neşikîne, tûtina wî li ser min... Min xwe dirêj kir, bêhna xwe vekir bîstekê...

 

Piştî du saetekî bêhna min hate ber min, ez vegeriyam ba Cembeliyê xwe... Min dît ku hîna çaya wî li ber, benîşt li ser siniyê, şeqeşeqa tizbiyê ye, dendikan çeres dike, ji aliyekî ve jî çixarê dikişîne û mest bûye... Xwelîdank tijî boçik... Li hundur ewr, mij, toz û rimilk tev li hev bûne...

Derba Xwedayê Xerabiyê cihê xwe girtibû di laşê min de. Çongên min sist bûn... Deng ji strana min biliya. Evîna min bêhna xwe ya dawîn veda û serî danî...

 

 

 

Bigire - Kapat