Se Heval û Pîrkek
Herem:
Xelkedondurma
Berhevkar:
Uskê Cîmîk
uske@kurdland.com
Çi heye çi tuneye, li gundekî se keçik hebûne.
Yek Pitik, yek Titik û ê din jî nave xwe Qûngir bû ye.
Wana rokê çune sêz, şişinga berhevkin. Pitik û Titik bi lez şişingên
xwe berhev kirine, lê Qûngirê jî li ser tûmekî runiştiye û kilameke
xwe gotîye.
Pitkê û Titkê ji Qûngirê re gotine: “Kaç Qûngirê tu çima şişinga
berhev nakî?”
Gûngirê gotîye: “Na, ezê biwestim. Hûn ji min re şişinga berhev
kin.”
Pitik û Titik ji Qûngirê tirsîyan e, û ji berve wê jî şişing
berhevkirin e.
lê ro çuye ava.
Pitik û Titik ji Qûngirê re gotine: “Kaç Qûngirê, de rawe em hernî mal,
royî terê ava.”
Qûngirê gotîye: “Na, eza biwestim. Min li xwe nin.”
Pitik û Titik ji Qûn Girê tirsîyan e û ew carekê li pişta Pitikê û
carna jî li pişta Titkê niştîye.
Lê Pitik û Titik westîyan e û êdin çok li wan sist bûne û re li wan dirêjbû
ye.
Şev keti ye erdê û wan rîya mal comkirin e. Vana gîrîn e, lê ê kuda
herine?
Li dûre wan işqek dî ne û xwe livê işqe girtine û ketine re.
Pir çun e hendik çun e û nêske male bûn e.
Pîrêke hime hime gume gume û didanên xwe li xwe kirine qirca qirc û çiçke
xwe yek avitîye ser milî çape û yek jî avtî ye hêlê raste.
Wan li derî xîstine.
Pîrkê cadî got: „Hîn dikim bîn dîkîm, li ser malan gav dikim, him jin im
û him mêr im, bînê îsên dikim. Werin têkevin hundir.“
Ew dikevin mala Pîrke. Pîrke ew têr kirine û ew kirine xewe. Pêçeka din
şunda Pîrke kêr kirîye dest xwe û gotîye: “Keçkino, delalno hun
ketin xewe?”
Pitik diwê: “Na, ez nê di xewê da me.”
Pîrke diwê: “Tu çima xewê nakî keçka mina delal?”
Pitik diwê: “Xewa minê ne, ezê birçî me, dakê min bi van çaxana ji min
re gawul çedikir.”
Pîrke kirî himehim û tere ji Pitike re gawulekê çedike û Pitik wê gawulê
dixwa.
Pêçeke din şunda, disa Pîrke kêr kirî dest xwe û gotîye: Keçkino
delalno hun ketin xewê?
Pitik diwê : “Na, ez ne di xewê de me.”
Pîrik jî diwê: “Tu çima xewê nakî keçkê mina delalê?”
Pitik diwê: “Xewa minê ne, ezê tî me, daka min bi van çaxana ji min re,
bi bêjingê, ji erxê av tîna.”
Pîrkê disa kirîye himehim û ketîye rê û çuye erxê. Pîrkê li berxwe da
ku bi bêjingek av wune ji Pitikê re, lê qa av bi bêjênge tiji dibe?
Pitik hema rawûye û hevalên xwe ji xewe rakirye û ji wan re gotîye:
“Hevalno, hevalno rawun, pîrkê me bixwe.”
Ew bilez radiwin û dikevin rê. Qûngir ji tirsa re meresî xwe li mala pîrê
bîr dike.
Qûngir ji hevalê xwe re diwê: “Min meresê xwe li mala pîre bîrkir û ez
meresî xwe dixaz im.”
Pitik jî, ji tirsa Qûngirê gotîye: “Hun livir biskinin û ez herim meresî
Qûngirê ji mala pîre wunîm.”
Pitik bi dizkî dihere mala pîre û dikeve hundir. Pîrik deri li Pitikê digre
û diwê:
“Eza te bixwim.“
Pitik diwê: „Tê min bixwî, lê tu ji min têr naxwî.“
Pîrik diwê: „Ew çima ye ku ez ji te têr nebim.?“
Pitik diwê: „lêê ezê zayîfim loma ye tu ji min têr naxwî. Min têke çolekî
û paşê here ormên. Ji darê gûzê çokekî çêke û biwî limin xe. Ezê
hînge pir bigoşt biwim.“
Pîr wê dike hundirê çolekî û dev da yê ormên.
Pitik ji berîyê xwe kêrekê derdixe û çêl didirî ne jê derdikeve û keçika
pîrke kirîye çêl, dev lê girêda ye û meresê Qûngirê jî kirîye dest
xwe û bi lez ketîye rê.
Pîrîk jê ormên te. Çoke ji darî gûze heytene û ji çêl vedigşe. Her
ku avêtî çêl, ji çêl qornîk derdiketî ye.
Paşê pîrik devî çêl vedîke û çi binêre… Keçika xwe di xwîne de
maye û mirîye.
Çîroka min li vir qedîya
Sinîk mast li vê cimate