Bi dergîstîbûna Guldil
Yusuf Yeşilöz
yyz@bluewin.ch
Guldil lawikê jina Mixtêrê duwemin bû, jina wî yê siftê, li ber bêriyê, rojê li serî xistîbû û çûbû rehmetê. Qet ku tunebûn, panzdeh zarokên Mixtar Selo, ji du jinan hebûn. Umrê lawê wî Guldil li dora bîst salan bû û ew xortekî bi dest û pê bû. Bejna wi ya dirêj, simbelên wî yên pan, çavên wi yên reş li doralî bi deng û nam bûn. Li wê biharê ew bi dergistî kirîbûn. Ji bo ku dergistiya wî keça mixtarê gundekî bû, tiştêk ku qîmeta wê bilind dikir, gûstirkên wan ji serrafê bajarê Enqere hatibûn şandin.
Guldil li kêleka Gola Xwê li ber pêz bû, wexta ku xebera dergistîbûnê ji aliyê pismamê wî Bilo, li ser kera boz, jê re hat, li wî cîh Guldil beranekî çê serjêkir û goşt bi Bilo ve tevhev li şivanên doralî belav kirin. Paşê, çend roja bi şûnda Guldil ji hevalên xwe re gotîbû; "Wexta ku min bîhist ku ez bi keçika mixtarê Kolitan re bi dergîstî bûme, min ji qulaxakî (girav) li kêleka gola xwê bazda ser qulaxakî. " Şerbeta Guldil vexwarîbûn, çend roja jê re şênayî kirin bi dahol û zirnê, heta ji gundên kurdên li nêzikî Enqerê xort hatibûn û rêz bi rêz govend kişandibûn. Dawet hevqes bi nam buye ku li serê dinî dinyayê xebera millet jê bûye. Ji xwî
Selo hesab û kitebên xwe kirîbûn û dixwast daweta Guldil wê peyîzê bike. Haziriya xwe giştik kirîbûn. Lê wek tê gotin, roj herdem nayê der, pîlana Selo kete avê. Ew çawa bû, ez ji we re bêjim: Li gundê Selo mizgeft (camî) tunebû. Ji bo wê yekê ev gund herdem ji alî herkesi ve dihat rexnekirin. Li her îdê gundiyên Selo diçûn Tuzlayê û nimêja xwe ya beyramê li mizgefta vir dikirin. Li wê îdê Selo xwastiye bi tene bi lawikê xwe yî ku nû bi dergistî kirî û bi motorê xwe yî ku wê salê şandibû biçe mizgeftê. Ew herdu tişt, lawikê dergîstî û motorê Fordson, hingê ne hindik bûn. Selo kirîbû serê xwe, wan herdû tiştan bi xelk û elemê nîşan bide
Guldil di jiyana xwe de qet hundirê mizgeftê nedîtîbû û nedizanî abdestê heyna û nimêj bike. Hin mêra jê pirsin, ka çima Guldil abdestê heynane, lê heta ku Guldil bi xwe bersivekê bide, bavê wî got ku Guldil îro sibêzû li mal abdesta xwe heynaye ji vê vir de ew neçûye ber destan. Wek Selo ji wî re gotîbû, Guldil di mizgeftê de li paş wî rûnişt, rabû ser xwe, wexta ku Selo rabû û rûnişt, wexta ku Selo rûnişt, koran ji bê deng di hundirê xwe de xwand, lê ya rastî, di hundirê xwe de kire pistê pist. Kes lê neçû ferqiyê ku Guldil, roniya çavê Selo, nimêj û abdest nedizanî. . .
Lê Xwedê nîne serê kesî, wexta ku Guldil rabû û rûnişt bi deng ba vi ber wî ket (tir kir). Hingê çavê mêrên di mizgeftê de gihiştek çûn ser wî û bavê wî, rûyê herduyan jî sor bûn mîna xwîna peza qurbanê. Lê Selo û Guldil xwe ji wa derna nekirin, nimêja xwe birin serî, li dawiyê jî, beyrema xelkê pîroz kirin. (Lê îmamê rû pîj destê xwe neda Guldil, ji bo ku wî li mizgeftê, li mala xwedê, ba vi ber xwe xistî bû; ew îro meseleyeka din e. ) Piştî beyremê Selo li motorê siwar bû, nexwast bi mêran re li mala mêrikekî ji Tuzlayê şîvê bixwe û yekser ajote gundê xwe. Wan bawer kirîbûn ku kes li tira Guldil nehevse.
Li gund ji wan pirskirin, ji bo çi ew hewqas zû hatine, mêrên din hîn li mizgeftê ne, bersiva Selo kut û xweş bû: "Motorê minî nû ye, lawikî minî mîna dara hinarê ye, min nexwest ku çav, nazar, lêxin. " Herkes mijul bû bi serjekirina qurbanê, xelkê îda hevdu pîroz dikir, şan û şênayî bû. Lê mixabin wexta ku mêrê din ji Tuzlayê hatin gihiştin gund, xebera tira Guldil li mizgeftê, li mala xwedê, li rojakê mubarek, mîna brûskekê li nav gund xist. Jin û mêr li ber xaniyê xwe sekinîn û bi dengê herî bilind bang hevdu dikirin ka la[ka hela] xebera wan ji tira Guldil heye.
Teyr jî li nav gund pît difirîn, merî bigota wan ji bihistîye ku Guldil li mizgeftê tir kiriye. Nexwaş û evîndarê gund wê demê derdê xwe bîrkirin, birçîyan birçîbûna xwe, zarokan cilên ku li îdê jê re nehatin şandin, mîhê ku ji bo serjêkirinê ning girêdan jî hêdî nekiribûn qîraqîr. Jina Selo ketîbû xemgîniyeke giran. Merî bigota xweliya dinê gihiştek bi ser vê de hatiye. Lê Selo wusa xuya dibû ku ew qet bi xwe da neketiye û wî mîha ku serjêkirî post dikir, gelek zarokan jî, li dora wî xwîna mî di heniya xwe didan. Lê kêfa Selo ji revî wexta ku di nav toz û dûman de motorek li riya gundê ku dergîsta Guldil lê dijî xuya bû. Xelkê bi çavê
Wexta ku motor nezik bû hate dîtin ku sê xort li ser wî ne û raste rast ajotin ber mala Selo. Wan motor bi hêrs frên kirin, yekî ji wan çikinêk di dest de bû û ew dîrek avete ser jina Selo û bi dengekî tîz jî got: "Xalê min got, ez keçika xwe ku min bi rûn û hingiv mezin kirî nadim Guldilê ku li mala Xwedê tir dike, ew çikina we ye. " Motor bi wî hêrsî jî di nav toz û dûmanê de wenda bû. Li mala Selo bibû şîn û matem, jina Selo bîr ve çûbû, Selo serê xwe kirî erdê, bi tenê tutûn dipêça û dikşand. Jin û mêrê gund çûn ser Guldil ku xwe di axir de veşartibû û jê loma dikirin. Hena digot, "tu kor î" hena jî digot, "te nedikarî pê