Helbestvan: Gulistan Dêrikî
Pêşkêsî: Can Evîndar

SIBEHÊ DILÊ MIN

Sibehê min hebûn
Ê ku bêhna axê jê dihatin
Di wan sibehan de tu herikî dilê min
Herikî û çû
Wek dicle
Wek Firat
Herikî ber bi Bajarê jê re digotin paytext
Tenê şopa te li dû te ma

Dişopînim şopa te
direvim
ber bi sibehê xweyî ku bêhna axê jê dihatin
Tev rengê Berbangê
Tev tîrêjê rojê
Ber bi te direvim
Sibehê min hebûn
Ê ku bêhna axê jê dihatin
Di wan sibehan de
Ji bîrbûm
Wek Stranekê
Wek helbestekê
Wek jiyanekê

Bigire - Kapat