Cêroka
Rûvî û Pîrê
"Rûvîyê Qolik"
Berhevkar:
Kemal Karaduman (Rebenî
Celîkan)
Herem: Anatolîya Navîn-Qulekê (Kulu)
16.03.2005
Çi hê bîye, çi tune bîye. Rûvîyek û pîrikek hê bîye.
Rûvî herro diçûye, diketîye kîlerê malê Pîrikê, rûnê wê divwarîyê
li di sûnê da dirîye , mitî wê dixwarîye di sûnê mihîs dikirîye. Paşê
jî diçûye li ser xwêdûnê li ber malê Pîrikê rûdiniştîye, bang dikirîye,
digotîye; Pîrê, pîrê ! min rûn û mitê te xwar, Te jî gû û mîzê min
xwar !
Pîrik bi hêrs ji mal biderdiketîye, raserî rûvî dikirîye, rûvî bi lez
ji wir direvîye.
Rokê veng , dû royan veng, li dawîyê Pîrikê mehes kirîye ku tû xelasî
ji destî rûvî tune ye, girtîye teng qetran di ser xwêdûnê dayê.
Dora
din yê royê rûvî dîsa hatîye, ketîye kîlerê, rûnê Pîrikê xwarîye
di şûne da rîye, mitê Pîrê xwarîye di
şûne da mihîs kirîye,
paşê jî
hatîye li ser xwêdûnê li ber malê rûniştîye, bang kirîye, gotîye;
Pîrê! Pîrê! Min rûn û mitê te xwar, te jî gû û mizê min xwar!
Pîrikê çoyek kirîye dest xwe, ber va rûvî bezîyê. Rûvî kirîye ku rabe
ser xwe bireve mehes kirîye ku boça xweyê dirêj yê di xwedûnê ser xwe bi
qetran da nûsikîye. Ji tirsê Pîrikê boç vir da kişandîye hwî da kişandîye,
lê boç ji qetrên xelas nebîye.
Pîrik tê gihîştîye bi ço avêtîye Ruvî, ço li boçê rûvî ketîye,
boça rûvî qetîyaye. Lê rûvî bi xwe vê boç revîyaye.
Pîrikê
boç helnaye ketîye mal.
Rûvî
jî bi hel-e-pel xwe avêtîye ba hevalên xwe.
Hevalên rûvî mehes kirine ku boça rûvî tune ye. Gî pê kenîne, gotine,
-Rûvî qolik! Ka boça te?
Rûvî bi fedî serê xwe kirîye ber xwe, gotîye; Boça min li ba Pîrê ma.
Êdîn navê rûvî bîye, "Rûvîyê Qolik" Hevalên xwe her ku ew
ditin, pê qerf dikirine digotine, "Rûvîyê Qolik"
Çend wext veng çûne.
Rûvî
mehes kirîye ku yî ji qerfên hevalên xwe xelas nabê, çûye ber malê Pîrikê,
bang kirîye, gotîye;
-Pîrê min kir, tu meke! Min di nav hevalan da rureş meke! ka boçê min
bi min da!
Pîrikê gotîye;
-Eza boçê te bi te dim, lê şerdekî min hêye. Tê herî ji min tasek ji
şîrî
bizinê bînî, ezê hîngê boçê te bi te dim.
Rûvî bi ser vê da çûyê ba bizinê, gotîyê; bizinê ka tasek ji şîrî
xwe bi min da, ez bibim ji Pîrikê ra, ma ew jî boçê min bi min da.
Bizinê gotîye; Here ji min ra cilonê teze yê darê bîne, eza hînganê
tasek ji şîrî xwe bi te dim.
Rûvî çûyî ba darê, gotîye; Darê! Ka cilonê teze bi min da, bibim ji
bizinê ra, ma bizin tasek ji şîrî xwe bi min da, ez şîr bibim Pîrê,
ma Pîr boçê min bi min da
Darê gotîye; Ka here ji min ra avinê ji kanîyê bîne, eza hînganê cilonê
teze bi te dim.
Rûvî çûye ba kanîyê, gotîye; Kanî! ka avinê bi min da, ez ji darê ra
bibim, ma dar cilona bi min da, ez ji bizinê ra bibim, ma bizin tasek şîr
bi min da, ez ji Pîrikê ra bibim, ma Pîrik jî boçê min bi min da.
Kanîye gotîye; Ka here ji keçikê gund ra bibê, ma werin di dor min ra
govendekî bikişînin, ezê hîngê avinê bi te dim.
Rûvî çûye ba keçikên gund, gotîye; Keçikno! werin govendekî di dor kanîyê
ra bikişînin, ma kanî avinê bi min da, ez bibim ji darê ra, ma dar
cilonê teze bi min da, ez bibim ji bizinê ra, ma bizin tasek şîr bi min
da, ez bibim ji Pîrikê ra, ma Pîrik jî boçê min bi min da
Keçikên gund gotine; Ka here ji me ra, ji ba koşkêr meresinê suhr bîne,
emê hînganê govendê di dor kanîyê ra bikişînin.
Rûvî çûyê ba koşkêr, gotîyê; Koskaro! Ka ji keçikê gund ra
meresinê suhr bidûre, ma keçik wana di pê kin, govendekî di dor kanîyê ra
bikişînin, ma kanî avinê bi min da, ez bibim ji darê ra, ma dar cilona
bi min da, ez ji bizinê ra bibim, ma bizin tasek şîr bi min da, ez ji Pîrikê
ra bibim, ma Pîrik jî boçê min bi min da.
Koşkêr gotîye; Ka here ji min ra sê hêkên çucikê bîne, ezê hînganê
meresan ji keçikan ra bidûrim.
Rûvî çûyê ba çûcikê, gotîye; Çûcikê ka sê hêkan bi min da, ez
bibim ji koşkêr ra, ma koşkar meresinê suhr bidûre ji keçikên
gund ra, ma keçik wana di pê kin, govendekî di dor kanîyê ra bikişînin,
ma kanî avinê bi min da, ez bibim ji darê ra, ma dar cilona bi min da , ez ji
bizinê ra bibim, ma bizin tasek şîr bi min da, ez ji Pîrikê ra bibim,
ma Pîrik jî boçê min bi min da.
Cûcikê sê hêk dane rûvî. Rûvî hêk helnane çûye ba koşkêr hêk
dane wî. Koşkêr ji keçikên gund ra meresinê suhr durane. Rûvî meres
helnane çûye ba keçikên gund. Keçikan meres di pê kirine, govendek di dor
kanîyê ra kişandine, kanîyê avin dayîye Rûvî. Rûvî av helnayê
biriyê, dayîyê darê, darê cilonê teze dane rûvî. Rûvî cilo helnane,
biriye dayîye bizinê. Bizinê tasek şîr dayîye Rûvî. Rûvî tasê tijî
şîr helnayê çûye ber malê Pîrikê.
Rûvî
bang kirîye, gotîye; Pîrê! Pîrê! ka tasek şîrî bizinê, bide boçê
min.
Pîrîkê derî ve kirîye ku, boça rûvî di dest da ye. Lê boç gî morî-mircanan
bi şindikan va xemilandi bîye.
Pîrikê
boça Rûvî dayîye wî, tasê bi şîr jê helnayê.
Rûvî
boça xwe yê ecer bi xwe va kirîye, bi sabûn baz dayê, çûyê ba hevalên
xwe.
Hevalê
Rûvî gîyan dilê xwe ketinê boçê rûvî yê ecer, gotine;
-Rûvî rindik, boçê xwe bi şindik, te va boçê veng rind ji ku anîyê?
Rûvî gotîye; Min va boça ji xwe ra ji binî bîrê (ji binî golê) dayîyê
gund bi der xist.
Hevalên Rûvî gî ketine rê ku herin ji xwe ra ji binî bîrê boçekî
mîna yê Rûvî bi şindik bi der xin.
Rûvî jî bi wanan ra çûye.
Hevalên
Rûvî dest pê kirine yek bi yek ketine bîrê. Her ku yek diketîye, di bîrê
da veditisîye, dikirîye ‘bilx-e-bilx’ Rûvî jî gotîye;
-Mehes kin hevalno! banê we dikine, dibêne ‘di binî bîrê da boç
pirin’
Bi vê şeklê hevalên rûvî yê ku bi wî qerf dikirinî gî ketine bîrê
û vetisîne, mirine.
Cîroka min rast, min xwar tasek mast.