Hev Henar

(Hinarok)

 

Herem: Xelkedondurma

Berhevkar: Uskê Cîmîk

Ji devêFatê Umî Cîmik

03.12.2004

 

Çi heye û çi tuneye. Li gundekî merek û keçkekê wî çar salî hebûye. Dayîka we zûva miriye. Ev sewi maye. Navê wê Hev Henar(hinarok) bûye. Gup û levên we sor bûne ku loma, wê ra gotine, "Hev Henare".

 

Roke, bavê Hev Henare zewicîye. Jina wî, Hev Henar qe heznekiriye. Wê, her ro diavêtiye we. We, karê malê tim bi we dikirîye. Her ro bi gumgumên gir ev dikişandîye ser kanîye.

 

Salek derbas bûye. Daşîra we, dergûşek anîye dune. Ev dergûşa jî keçik bûye û pirr neçe bûye. Bav û Daşîr, ji we pir hezkirine. Ew, bi hengiv, bi şîr û şêkir mezin kirine.

 

Herdû keçik, mezin bûne û hatina berzewace. Her ro xuzgînî hatina mala van lê, ji Hev Henare bêtir, qet kesî keçka daşîre, ji xwe ra nexwastine. Daşîra Hev Henare jî gotîye; «heta Keçka min nere mer, ez Hev Hevnare nadim tu kesî.»

 

Roke lawikê mîr, hatîye ser kanîye ku hespê xwe avde. Wî, li ser kaniye Hev Henar dîye û dilê wî ketiye we. Lawikê mîr, êdî her ro hatiye ser kanîye. Roke ev dîsa hatîye ser kanîye. Wî, ji we ra gotiye: "Hev Henare, gupik sore, di demeke nezîk da, dê û bavê min tene mala we."

Wê gotiye:

Ezê sibe zû rabêm

Ber male rêş kim, av dim

Li ber neynîka rûnim

Por şekim, bi du guliya kim

 

Wê gotiye:

Ji fîncanên Helebe

Bi qehveye Yemene

Bi dilê Hev Henare

Ji wan ra amade bikim

 

Roke, Dê û Bavê wî, çûne mala Hev Henare. Li mala bavê Hev Henare bi hurmet, bi qîmeteke rind li oda mîvana, li ser minderan ew runistine. Van, şor dirêj kirine. Van, qehve ji dest Hev Henare vexwarine. Paşe bavê lêwêk, ji berîya xwe gûstirkek derxîstîye û gotiye: Em bo xîre hatine cem we. Eger qismete, keçka te ji lawkê me ra dixwazin.

Bavê Hev Henare gotiye; Qedera keçika, a xudanaye, qismetên wan a xelke ye.

Daşîr, bi hêrs ketiye, lê qe tiştek nekiriye. Mîr û stî li hemberî we rûnistine; de ma bê "ez Hev Henare nadim."

 

Mala lêwêk, çal ro û çal şeva li dole xistine û ew kirine bûk. Lawikekî wan por zer bûye. Li gora edeta zerekê bi hanîye wî da kirine.

 

Roke, Hev Henar bi dergûsa ve çûne mala bavana. Ew, li vir mahek mane. Daşîra we, ji Hev Henare ra gotîye: Keçka min delalê, were ez serkê te bişum.

Wê ev kiriye teşta serşuştine. We, bi gile û bi saûne ew şuştîye û bi dizkî lapek derzi kiriye nav porê Hev Henare.

Û ji Xude, Hev Henar bûye Pepukekê.

Daşîr gotiye; 'here bicehme, ma têyr û baz te bixwin.'

 

Pepug, firiye û çûye ser dareke dastiye û kilama xwe gotiye:

 

Hev Henare gupik sore

Li çar saliye sevi maye

Bûye pepûkeke

Li ser daran distiriye

 

Hev Henare gupik sore

dergûşa por zer pê maye

Lapek derzi li wê keve

Bi şîrê kerê reş wî dimêjîne

 

 

Daşira Hev Henare, kinçên wê li keçka xwe kiriye û bi dergûşa Hev Henare va birine mala lawkê mîr. Lawkê mîr, şaş mayiye û wan ra gotiye: Va çiye!!!  jina min çima weng neçe bûye? we ne Hev Henara min a gupik sore..

Daşîr gotîye: Li mala me kar pirr bû, germ bû, havîn bû, loma jina te reş bû.

 

Lawkê mîr, bi van bawer nekiriye û şûrek da nav bera xwe û we.

Wî bi wê ra gotiye: 'Tu êdî xunga minî.'

 

Roke, şivanek hatiye ser gozeke. Wî pez av daye. Mezkiriye ku li ser tumekî Pepûkek distire.

Hev Henare gupik sore

Li çar saliye sevi maye

Bûye Pepukeke

Li ser daran distiriye

 

Hev Henare gupik sore

dergûşa por zer pê maye

Lapek derzi li wê keve

Bi şîrê kerê reş wî dimêjîne

 

Şivan, hatiye mal. Wî ji jina xwe ra çi dîye xere, wê ra gotiye. Jina wî jî sibe zû rabûye û wê jî ji cîranan ra gotiye.

 

Roke lawikê mîr, van şoran bihîstine. Ew hatiye mala şivên. Şivên, ew biriye cîhe ku, pezî xwe avdayî. Lawkê mîr, çend meh şunda, pepûg dîye û ew girtiye û anîye mal.

Lawkê mîr, destî xwe dayîye ser çûçke û serê we mistdaye. Ew çi bîne, di serê pepûke da hinek derzî dîye. Wî, derzi yekbiyek ji serê pepûge derxistiye.

Ji Xude, Pepug bûye Hev Henar.

 

Paşe Lawêkî mîr, derzi avitine serê keçkê daşîre û ew bûye pepûkeke.

 

Lawkê mîr û Hev Henar, heta mirinîye bi hevra jiyaneke şad dijên.

 

 

 

Bigire - Kapat