Gur,
Rivi û legleg
Herem:
Xelkedondurma
Berhevkar:
Uskê Cîmîk
Çi
heye û çi tuneye
Tim
gotiye: “eger keçkên min warên ber zewace xere, ez wan nedim tu merên xizan.
Ezê
wan bidim merên devlemend, bidim malan axan û began û mîran...
Sal
darbas bûne.
Baran
û berf li hewdu qelivîne
Pêşî
û neysêz ji hewdû rivîne
li ber penceran takû rake
Keçkên
wî mezin bûne
Yek
jî yeke rind bûye
Xortên
li ber zewace
li
ber mala merik ketine rêze
De
tu were merik, ne gotiye nûh û ne jî gotiye pêxember.
Gotiye:
herin herin, hûn xizanin
Tu
keçkên xwe nadim we
ma axa,
beg û mîr werin.
Sal
derbas bûne. Ne axa, ne beg û ne jî mîr hatina. Keçkên
wî mezin bûne û di mal da mane.
Roke
merik li ber xûde geriye û gotiye: Xude, min çi ek û
gû
xariye ku, min keckên xwe ye rind û bermal nedan kesan. Xude, ma ez kûr bim ku, van
rona min dîye. Xude, êdî kî hat ber derî mala min xere, kî hat keçkên min
xwast xere, ez keçkên xwe didim van.
Gur
Salek
darbas bûye an nebûye, roke, deriye van lêketiye. Merik derî ji hev kîriye.
Mezkîriye ku gureke.
Merik
got: Tu bi xêr hatî, biraye gur.
Gur
gotiye: Xêr silamet kekî mino. Ez
ji te keçka ta a mezin ji xwe ra dixazim.
Merik,
kel gîrî bûye û çav lê têji bûye û ev keçka xwe a mezin bi gur va verêkiriye.
Rivi
Mahek
darbas bûye an darbas nebû, roke, deri lêketiye. Merik derî ji
hev
kîriye. Mezkîriye ku riviyeke.
Merik
got: Tu bê xêr hatî, biraye rivi.
Rivi
gotiye: Xêr silamet kekî mino. Ez ji te keçka te a ortê ji xwe ra dixazim.
Merik,
kel gîrî bûye û çav lê têji bûne û keçka xwe a ortê bi rivi va verêkiriye.
Leyleg
Heftek
derbas bûye an darbas nebûye, roke, deri lêketiye. Merik derı ji hev kîriye.
Mezkîriye ku leçlegeke.
Merik
gotiye: Tu bê xêr hatî, biraye legleg.
Legleg
gotiye: Xêr silamet kekî mino. Ez ji te keçka te a piçuk ji xwe ra dixazim.
Merik,
kel gîrî bûye û çav lê tiji bûne û wê keçka xwe a piçûk bi leylege
va verêkiriye.
Merik
li mala xwe bi tene rûniştiye û poşman bûye ku, çima keçkên xwe
ye delal dayiye van…
Wî
gotiye
Yek
gure
Yek
riviye
û
yek jî leylege
tu
fayde ji van neye
gûndîno
ciranno
min
çi kir, çi nekir
min
xuli li sere xwe kir
Nêçîr
Roke
merik derketiye nêçîrê. Di nav daristane da xazalek diye. Merik kevana xwe
amade kiriye ku lê xe. De tu were xezal wî diye û ev riviye. Merik ketiye dû
we.
Lingê merik li kevirekî ketiye û ji kendêl da niş bûye. Ling, pê, seri û
pişta wî lê
şikestiye.
Merik di nav xwûne da mayiye û ev liwir bîrva çûye. Du û se ro di ser wî
ra derbas bûne.
Roke
leyleg ev diye. Leylege xebar dayiye hevalên xwe. Gûr, rivi û keçkên merik
hatine ser merik û gîrîne. Merik
hîng li ber miriniye bûye.
Van
merik birine mala xwe.
Gur
gotiye: Ezê birina wî bi zimanê xwe balêsim
Rivi
gotiye: Ezê birina wî bi dudanên xweye tûj ji bo dêrine qul qulkî bikim
Leglege
gotiye: ezê birina wî bi nikula xwe bi ben bidûrinîm.
Keçkên
merik gotine: emê bavê xwe heta ku xweş dibe, bi destên xwe wî xwedî
bikin
Gur
birina merik alastiye, rivi şûna birinên wî qul kiriye, leylege birina
wî bi derziye dûriye û keçkên wî jî şûna birinan wî bi paçan pêçandine û
ew heta ku xweş dibe jî li wî xwedî kirine.
Merik
xweş bûye. Gur, rivi û
leyleg
û keçkên wî
li dora merik
civîne.
Merik
poşman bûye û gotiye:
mezkin,
bîrmekin
min
kir, hûn mekin
Her
tiştekî feydake xwe heye
Vê gotine ji serê xwe qa dermexin