DUPÎYE HESÎ XOFE

 

 

"...Wext 17.10.1953`ye. We qet bîstî bû, we qet dîbû ku li meha Cotmehe berf dibare. 

Li Xelika, li vê tarîxe;17.10.1953 berfek barî, çexe dupi kiribû, 

her der ji berfe spî bû, bilindîya berfe ber deriya girtibû. 

Li vî dupî çar heval li pez bûn..."

 

Berhevkar: 

Evîndar

canevindar@yahoo.fr

Wêne: Mehmet Karadağ

27.10.2004

 

Kilama Hesî Xofe

Berfa barî ji bîra min nare

Kuçike kerîya qare-qare

Gundo! Qere Hesen du bi îkundu ji mal tere

Keke min li nabera Qerekûling,

goma hemîmke şelpeze dike

De ware şêro! şêro!

 

Haye haye keke min haye

Hiro sisine dibare, berf û ba ye

Cûme sere pire, peze teyî te ye

Bisk berdane mîna gayî cuta ye

De were şêro! Şêro!

 

Min go; Mûsa qurban! Bilûreke xe bîstîne

şîye pezî kekî min giran-giran bikşîne

Bewe Korta Ala Kîwre, li wan awrîyana dawestîne

Şivane wî qerejî bihevgîne

Ka qe kes keke minî bizben li pi nawîne

De ware şêro! Şêro!

 

Şivane vî qerajî çire-çire

Yad raketin, xumala henîya xe da bê, bê gure-gure

Zarik keke min bi qirbîye xe guvan bû

Go: Hemol pêşîyê pez vêde kes nabire

De ware şêro! Şêro!

 

Kuçike te kûçikekî kere

Hiro dîsa liser goma te, li te digere

Hewaneke ew jî dizane Qere Hesen tune

Kuçike te nizana kuva here

De ware şêro! Şêro!

 

Deme deme keke min deme

Peze teyî diçere li gereme

Cûme Dedelera min go:

Xunga Qere Hesen bi xe me

De ware şêro! Şêro!

 

Dupîye Hesî Xofe

Ew kilama li ser Hesen te gotin, li ser Hese Xofe, ji mêla xunga wî; Rehma Xofe.  

Wext 17.10.1953`ye. We qet bîstî bû, we qet dîbû ku li meha Cotmehe berf dibare. Li Xelika, li vê tarîxe;17.10.1953 berfek barî, çexe dupi kiribû, her der ji berfe spî bû, bilindîya berfe ber deriya girtibû. Li vî dupî çar heval li pez bûn. Çar şivan. Xebera wan ji dupîye ku ware tunebû. Ji vana yek di bin berfe da ma bû, venegerîya gund. Navî;Hesen e, Hese Xofe. Ji bo we jî va dupîya bi navî "Hesî Xofe" teye bi navkirin. Li Xelika dibên "Dupîye Hesî Xofe". Li Xelika her kes wexta ku dupîye Hesî Xofe bûyî destpêka zivistane qebûl dikin. Bere li Xelika gundîya nedizanîn kurike xe li kîjan sale, li kîjan me hatine dine, sal, meh nedizanîn, e ku li vê sale hatine rû dine bi wan ra digotin;"Li sala ku dupîye Hesî Xofe bûyî hatine dine" . Heta niha qala vî dupî pir bû, her kes vî dupî dizane, lê va dupîya qet nehate nivîsandine. Niha bi vê nivîse ew derbase nivîse jî dibe û di dîroka nivîskî da şûna xwe digire.

 

Di sala 1953 da, li Cotmehe li roka 17`a, li Qulike (zozanake Xelika ye) çar şivan li ber kerîye pez in, van şivan Miçe Ele, Hemke Tîrît, Sile Îwî Silî Eme û Hese Xofe ye. Hese Xofe te gund(Xelika) ji bo ku nan, xwarin bewe Qulike(erda ku pez lê). Hesen çiqina xwe çe dike mîna ku di klame da jî hatî gotin bi îkundu ji mal dihere;

"Berfa barî ji bîra min nare

Kuçike kerîya qare-qare

Gundo! Qere Hesen du bi îkundu ji mal tere".

 

Hese Xofe dige Qulike. Li wir ji pez ra çere pir tune, nêzike wê dere sazek heye li wir gom hene, ew dixwazin pez berve wê dere bewin, her çar şivan dere re dikevin, li nîvî re berf tavê, pît dibare, çexe dupi dike, şivan hevdu zor dibînin, denge şivana bi qîrîn bi hev dide, çav çava nabînin, pez belav dibe. Şivan dixwazin şunda vegerin, lê pez berev nabe, nage ser hev, şivan hevdi com(wenda) dikin, Miçe Ele bi Sile va berve Qulike ten, Hemke Tîrît bi Hese Xofe va li paşîye dimen. Miç û Sil bang dikin;"Hemol! Hesa! Werin, dengî xwe li dengî me bigrin werin", lê denge wana nedihate bîstin. Miç bi Sile va bi zor-zehmet digene Qulike, xwe dikin starekî. Bi dar û bêr, bi pûş û palax arekî xwe dadidin, vêdixin, xwe germ dikin.

   

Hemol bi Hese va di wî dupî da benda hev bernadin, lê nizanin ku va diherine, Hes ji teqata da dikeve,  juniye wî sist dibin, diweste ew şaş dibin herin ku, tu der xay(xuya) nakin, her der ji berfe spî bûye, Hes di nav berfe da li ser tûpekî(qindirxe-çali) dibîne li hêla wî tûpi bi Hemol va xwe dikin nav kilave xwe, bêçare li wir rûdinin. Heta seda dupi dewam dike. şeve li xwe weng derbas dikin. Birçî ne, diqelifine. Hemol dixwaze cixarekê vêxe, kerve ku pê êr vêdixin ji dest da dikeve û com(wenda) dike(bere ar bi van kervana vêdixistin). Hemol li Hese mes dike ku Hes ber xwe va deng dike, bang dike;"Yeh, yeh"(rasere pez dide yan jî pez berhev dike), qala iştira dike.

Hemol ji Hese ditirse, zeman pir nare Hemol mes dike ku denge Hese hate birîn, çav ketine hev. Hes li wî dere dest ji heyate ber dide, heyata xwe wenda dike.

 

Hemol ji wir dûr dikeve, sere xwe heytene tere, mes dike ku li dûre tiştekî riş xay(xuya) dike, berve wira tere. Dibîne ku du mer in. Juni li Hemol sist dibin, şa nake bi re here, dixwaze ku bang ke lê deng jê dernakeve. Hemol li wir ger dibe, eşe wî li seri ne, linge xwe heytene bane ku ma ew du meri bibînin. Ew du meri Mame Hecî Heyder û Hecîye Qêlik bûn, li wî dupî hespe xwe com kiribûn, li wana digerîyan. Ew du meri qeratîyeke riş li ser berfe dibînin, dibên "Em herin mes kin ka çî ye ew qeratîya" . Terin mes dikin ku meriyeke, ew meri Hemol bû. Erda ku Hemol lê hatibû diîtin nêzike Qerekûling bû(gundekî biçûk e, nêzike Xelika ye).

 

Hemol li xwe tenin dibin Qerekûling, dibin mala Hese Îwî Dostke. Ji sobe dûr digirin, ji ber ku germa sobe ma zerare nedê, ew çarekê dibînin, dikin nav peze di gome da, bi helbuxa pez ew germ dibe. Paşe Hemol dibin oda male, rûn diqewrînin di gewrîye ra derbas dikin, ixlamûre jê ra dikelînin. Hemol giran giran bi ser xwe da te. Xebere didin mala Hemol. Ji gund da meri ten, Hemol tere mal.

 

Wê çaxe Hemol 16 salî bû. Bi ser ve va Hemol pir zerar dî, çile kişand, çerme wî radibû.

 

Li axza din, hevale Hemol Miçe Ele bi Sile va bi xwe çûbûne gund, ew jî xelas bûbûn. Se ro, se şeva dupi dewam kir. Ji gund da çend meri derketin li her dere belav bûn, li Hese Xofe gerîn, li pez gerîn. Wexta ku li pez digerin tiştî pir balkêş(enteresan) jî dibînin, yek ji vana; di nav berfe da qulek(delik) teye dîtin, wê dere vedidin ku berxek tê da heye û berx hîn xweşe, berx dikewe, bi helbuxa(buhar) ku ji devî berxe derdikeve berf dihele û qulek(delik) çe dibe, di wê qule ra berx nefese heytene. Li her dere li Hese Xofe digerin, yek ji gund bi hespe xwe heta ku li Hese Xofe digerîya, hespe wî li dereke vetenciqe û mes dikin ku erda ku hesp lê venciqî, di bin berfe da Hese Xofe ye. E ku Hese Xofe dîyî Husîne Malê Îbrêm e.

 

Peze ku ji Hese Xofe da mayî tînin mal. 

Xunga Hesî Xofe li deriyê pez datewiste pez bernade, klame distire;

"Min go; Mûsa qurban! Bilûreke xe bîstîne

şîye pezî kekî min giran-giran bikşîne

Bewe Korta Ala Kîwre, li wan awrîyana dawestîne

Şivane wî qerejî bihevgîne

Ka qe kes keke minî bizben li pi nawîne

De ware şêro! Şêro!"

 

 

 

Bigire - Kapat